May 25, 2018 11:20 Asia/Tehran
  • Larîcanî: Tu nîşaneyek ji aqilmendiyê li gotinên wezîrê karên derve yê Amerîkayê tune

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê Pêncşemiyê bi şev wek berteka li hemberî gotinên dijî Îranê yên Mayk Pompêo wezîrê karên derve yê Amerîkayê got: Tu nîşanyek ji aqilmendiyê li gotinê Pompêo tune.

Li gorî rapora IRNAyê, Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê, Elî Larîcanî li Qumê (başûrê parêzgeha Têhranê) got: Gotinên vê dawiyê yên Pompêo têkildarî stratijiya nû ya Amerîkayê dijî Îranê nîşana nebûna têgihîştina siyasî ya wezîrê karên derve yê Amerîkayê ye.

Pompêo roja Duşemiyê, 21ê Gulana 2018, di yek ji axaftinên herî dijûnbar ên wezîrên karên derve yên Amerîkayê di salên dawî da, tawanin bêbingeh dijî gelê Îranê hilêxistin û gef xwar ku Waşîngton dê boykotên herî giran êîn dîrokê dijî Îranê disepîne.

Ev gotin ku du hefteyan piştî neqanûnîya Donald Trumpê serokomarê Amerîkjayê ya derketina ji Lihevkirina Atomî hatin hilêxistin, qaşo wek "Stratijiya nû ya Amerîkayê" derbarê Îranê hat zanîn.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf wek berteka li hemberî van gotinên kirêt ên Po,pêo got ku Amerîkayê zîndaniyê xeyal û siyasetên têçûyî ye ku ji aliyê komên bi berjewendiyên taybet tê dîktekirin.

Berpirsa siyaseta derveyî ya Yekîtiya Ewropayê, Fêdêrîka Mogirîniyê piştî van gotinên Pompêo bal kişande ser vê yekê ku Ajansa navneteweyî ya Enêrjiya Atomî heta niha bi caran sozdariya Îranê derheqê Lihevkirina Atomî ya digel Îranê piştrast kiriye û got: Ajansê bi caran ragihandiye ku tevahiya destgihîştinên pêwîst ji aliyê Îranê va wergirtine.