May 25, 2018 10:34 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Heke em li hemberî hêzxurtan zelîl bin, emê negihêjin tu cihekî

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku serfirazî, mezinahî û abor ji her tiştekî ji bo miletekî bilindtir e, got: Heke me gelekî zengîn û bi gelheya zêde hebe, lê em li hemberî hêzxurtekî zelîl û serberjêr bin, emê negihêjin tu derî.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî êvara Pêncşemiyê li kongreya rêzgirtina ji cangoriyan taybetî şehîdên azadkirina Xoremşehrê ku hevdem digel roja 3ê Xordadê, Salvegera azadkirina vî bajarî li Têhranê hat lidarxistin, bal kişande ser vê yekê ku serokomarê Amerîkayê gelê Erebistanê wek "Çêleka ku şîr dide" bi nav dike û bi rûçirîtî dibêje ku divê ewna bên dotin, got: Zengînî û heyitî û jiyana bedew ji bo gelekî binirx e, lê bilindtir ji wê cîgeh û abora gelekî ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî pêgiriya li ser viya ku heke têkoşerab ji sînor û bûm, abor, îslam û Înqilaba Îslamî ya Îranê berevanî nedikirin, roja îro diyar nebû ku em di çi rewşekê da bûn, got: Di çend salên vê dawiyê da we dît ku têrorîstan li Iraq û Sûriyê çi anîn serê can û namûsê xelkê.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Roja îro gelê Îranê wek miletek mezin û ezîz li cîhanê tê naskirin, ji ber ku bi tenê û bi palpiştiya bi Xwedê û tewesula bi pêxember û binemala wî ya paqij li hemberî dijminan rawestiya û berevanî kir,.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî bi gotina vê yekê ku di serdema Berevaniya Pîroz da (Şerê sepandî yê heştsalî yê Rêjîma Beisa Iraqê dijî Îranê di dehsaliya 1980î da) tu rojekê weke roja azadkirina Xuremşehrê gelê Îranê şatir nekir, got: Peyama 3ê Xordadê (24ê Gulanê) ev e ku cîhanê di azadkirina Xoremşehrê da pejirand ku Îranê têk naçe.

Duh anku Pêncşemiyê, 24ê Gulanê, beramberî 3ê meha Xordadê li salnameya Rojê, salvegera azadkirina bajarê Xoremşehrê (Başûrê rojavaya Îranê) di sala 1982an da bû.

Azadkirina Xoremşehrê ji armancên herî girîng ên Opêrasiyona Beytulmuqedesê di sala 1361 (1982) li şerê sepandî yê Iraqê dijî Îranê bû ku ev bajar piştî 578 rojan ji bin dagirkeriya rêjîma beis a Iraqê hat rizgarkirin.