May 23, 2018 11:55 Asia/Tehran
  • Kompaniya niftî ya otrîşî: Hevkariya bi Îranê ra dê were domandinê

Kompaniya Nift û Gazê ya OMV'ya Otrîşê roja Sêşemiyê ragihand: Ev kompanî tevî derketina Amerîkayê ji Lihevkirinameya Atomî, hema wisa hevkariya xwe digel Îranê dê bidomîne.

Li gorî rapora IRNAyê, Yûhan Plînîngêr, endamê desteya rêvebiriyê ya Kompaniya Nift û Gazê ya OMV'ya Otrîşê li civîna salê ya xwedî pişk  û parên vê kompaniyê got: Projeyên Kompaniya Nift û Gazê ya OMV'ya Otrîşê li Îranê nehatine rawestandin û hema wisa didomin.

Kompaniya Nift û Gazê ya OMV'ya Otrîşê ku pişka zêde ya çalakiyên wê li welatên Ewropayê ye, piştî rakirina boykotên zalimane yên welatên Rojavayî vegeriyaye Îranê û têgihêştinameyeka hevkariyê bi Kompaniya Neteweyî ya Niftê ya Îranê ra wajo kiriye. Kompaniya Nift û Gazê ya OMV'ya Otrîşê her wiha ji bikirrên sereke yên niha yên nifta Îranê ye.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja Sêşemiyê 8ê Gulanê bi dubarekirina tawanên bêbingeh dijî Îranê derketina Waşîngtonê ji Lihevkirina Atomî û vegeriyana boykotên navokî di heyamam ji sê heta 6 mehên tê da ragihand.

Ev karê Trump tûşî şermezarkirina berfireh a navxweyî û navneteweyî bû.

Sikritirê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY_) mixabiniya xwe ji biryara yekalî ya serokomarê Amerîkayê ragihand.

Brîtanya, Fransa, Rûsiye, Almanya, Çîn û Yekîtiya Ewropayê jî wek aliyên îmzekerê Lihevkirina Atomî, pişta vê lihevkirinameya navnete