May 23, 2018 11:37 Asia/Tehran
  • Xweşrû: Amerîkayê mafê parêzbendiyê daye siyonîst û siûdiyan ku êrîşî ser welatiyên sivîl bikin

Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Sêşemiyê bi gotina vê yekê ku rêjîmên siyonîst û siûdî li êrîşa li ser welatiyên sivîl di bin sîvana piştgiriyên Azmerîkayê wek endamê Konseya Ewlehiyê ya NY da ne, got: Waşîngtonê ji bo van du rêjîman mafê parêzbendiyê dabîn kiriye.

Li gorî rapora IRNAyê, Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Xulamelî Xweşrû li civîna giştî ya Konseya Ewlehiyê ya NY li ser mijara piştgiriya ji welatiyên sivîl li kêşeyên çekdar, tevî şermezarkirina êrîşên ser welatiyên asayî û hêzên gihandin aalîkriyê li welatên cûrbicûr ji wan Filsitîn û Yemenê, bi bîr xist: Dora nû ya kuştina welatiypên fislitînî li Zîvala Xezeyê bi taybet jin û zarokan, dewama şêwazeka cinayetkariyê ye ku Rêjîma Siyonîst di heft dehsalên bihurî li dijî filsitîniyan bi kar aniye.

Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) her wiha bal kişande ser destdirêjiya Rêjîma Siûdî libs er Yemenê û kuştina bi hezaran welatiyên asayî bi taybet jin û zarokan û got: Erebistan li van êrîşan ji billî kuştina xelkê bêguneh, binavahiyên Yemenê wek nexweşxane, medrese û navendên berhemanîna xwarekê jî bi qest dide ber êrîşê.

Xweşrû her wiha got: Erebistanê bi dorpêçkirina tam a Yemenê, rê li ber destgihîştina mirovdostane bo xelkê girtiye û rewşa Yemenê kiriye rewşeka herî xerab û bi karesaet di dehsaliyên vê dwiyê da.

Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bi gotina vê yekê ku ev destdirêjî û cinayet li ber çavên NY û Konseya Ewlehiyê ya NY diqewimin, got: Rêjîmên Siyonîst û Siûdî bi tamî di bin piştgiriya leşkerî, perwerdehî û locêstîkî ya Amerîkayê da ne.

Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) her wiha li gorî rapora Sikritirê Gişt ê NY got: Di sala 2017an da herîkêm 26 hezar welatiypên asayî li şer û pevçûnên Efxanistan, Iraq, Somalî, Komara Afrîqaya Navendî, Komara Dêmokratîk a Kongoyê û Yemenê hatine kuştin ku cihê mixabiniyê ye.

Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bal kişande ser vê yekê ku ev destdirêjî û cinayet li ber çavên NY û Konseya Ewlehiyê ya NY diqewimin û ji civaka navneteweyî xwest ku dwî li kêşeyên heyî li cîhanê bîne.

Erebistanê ji 26ê Adara sala 2015an va li çarçova hevpeymaniyeka pêkhatî ji çend welatên erebî ji wan Imaratê û bi alîkarî û çiraya kesk a Azmerîkayê êrîşin berfireh li dijî Yemenê dest pê kirin da ku bi biyoniya vegerandina Evde Rebbe Mensûr Hadî, serokomarê îstiîfakirî û destjiakrkişandî yê vî welatî- ser desthilatê, armanc û zêdexwziyên xwe yên siyasî bigihîne encamê.