May 23, 2018 11:19 Asia/Tehran
  • Serleşker Baqirî: Hêzên çekdar ên Îranê di amadetiya herî zêde da ne

Serokê Erkantiya Gişt a Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê got: Roja îro hêzên çekdar ên Îranê zêdetir ji her demeka din ji hêla hêza berevanî û amadetiyên şêrr da ne.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Meclisê, Serokê Erkantiya Gişt a Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, Serdar serleşker Mihemed Baqirî roja çarşemiyê bi amadebûna li qada gelemperî ya Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê bi boneya salvegera Azadkirina Xuremşehrê (başûrê rojavaya Îranê) li şerê sepandî yê heştsalî yê Iraqê dijî Îranê (Dehsalî ya 1980), got: Komara Îslamî ya Îranê li warê berfirehkirina hêza xwe ya berevaniyê li benda bişirîn an rêdana tu hêzxurtekê nine û hêzên çekdar wek piştevanê gelê Îranê, sînorên welatê îslamî û berjewendiyên neteweyî yên welêt diparêzin.

Serokê Erkantiya Gişt a Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku şerên mezin li dîroka tevahiya gelan wek nuxteqên girîng tên zanîn, got: Gelê Îranê li şerê sepandî ne tenê bihostek ji axa xwe ji dest neda, karî bi awayekî serketî ji şêrr derkeve û ewlehî p aramiya Îranê ji bo dehsalên li pey hev dabîn bike.

Serokê Erkantiya Gişt a Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê got: Gelê Îranê bi rêbertî û fermandariya Îmam Xumêynî (Rehmeta Xwedê lê be), Xîmdanerê Komara Îslamî ya Îranê karî şerê sepandî bi awayekî serketî li pey xwe bihêle, dijmin rawestîne û di dwî da şêrr bi awayê serketî bi dawî bîne.

Serdar serleşker Mihemed Baqirî  destnîşan kir: Azadkirina Xuremşehrê xaleka girîng li qonaxa êrîşa li ser dijminê destdirêjker, têkbirin û derxistina wî bû.

Sibe anku Pêncşemiyê, (3ê Meha Xordadê li salnameya Rojê), 24ê Gulanê, Salvegera azadkirina Xoremşehrê li şerê sepandî yê Iraqê dijî Îranê (Dehsaliya 1980) ye.

Azadkirina Xoremşehrê ji armancên herî ggirîng ên Opêrasiyona Beytulmuqedesê di sala 1361 (1982) li şerê sepandî yê Iraqê dijî Îranê bû ku ev bajar piştî 578 rojan ji bin dagirkeriya rêjîma beis a Iraqê hat rizgarkirin.