Berteka wezareta karên derve ya Rûsyayê li hemberî gotinên Trump û Mekron ên têkildarî rêketinama navokî
Berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê li hemberî gotinên vê dawîyê yên serokomarên Amerîka û Fransayê yên li ser guhertina rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê bertek nîşan da.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Reuters`ê, Marya Zaxarova berdevka wezareta karên derve ya Ûrsêtê îro tevî rexnekirina gotinên vê dawîyê yên Donald Trump û Êmanoêl Mekron serokomarên Amerîka û Fransayê li bara rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê, pêgirî kir ku ne mimkin e ku guhertin li rêketinama navokî pêk bê.
Zaxarovayê wek berteka li hemberî daxûyanîyên serokomarên Amerîka û Fransayê got ku rêketinama navokî mêkanîzemeke hevseng e ku têda berjewendîyên hemî alîyan hatine berçavgirtinê.
Trump bi vê idiayê ku rêkeitnama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê tenê berjewendîyên Komara Islamî ya Îranê dabîn dike, dixwaze ku hin xalên wê di çarçova berjewendîyên Waşîngtonê de bên guhertinê.