Divê danûistandinên warê berevanîyê yên Îran û Tirkîyê werin berfirekirinê
Cîgirê serokê navenda opêrasyonê ya erkantîya hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê pêgirî li ser danûistandina di warê berevanîyê de û berfirekirina peywendîyên digel Tirkîyê kir.
Li gorî rapora nûçegihanê ajansa nûçan a IRNA`yê, serleşker Seyîd Mihemed Elewî cîgirê serokê navenda opêrasyonê ya erkantîya hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê îro li rex Nîşangeha Hewayî ya Airshow Aurasia-2018 li bajarê Antalyayê peywendîyên dostane ji bo danûistandina berhem, kelûpel û zanista têknîka berevanî û leşkerîyê pêwîst zanîn û got: Di vî warî da danûistandineke baş di navbera Îran û Tirkîyê de destpê bûye.
Serleşker Seyîd Mihemed Elewî pişkdarîya Îranê li Nîşangeha Hewayî ya Airshow Aurasia-2018 li bajarê Antalyayê ji wan pêngavên erênî li peywendîyên digel Tirkîyê zanî û got: Hebûna peywendîyên dostane di warên leşkerî û berevanîyê digel welatên cînar de yek ji ewlewîyetên peywendîyên derve yên Komara Islamî ya Îranê ye.
Wî got ku berhemên ku Îranê li Nîşangeha Hewayî ya Airshow Aurasia-2018 li bajarê Antalyayê raber kirine di asteke bilind û bi têknolojîya modêrn in û dîyar kir: Li vê nîşangehê herwiha danûistandinek bi welatên din re ji bo hevkarî û peywendîya dostane û di warê berevanîyê de pêk hat.
Nîşangeha Hewayî ya Airshow Aurasia-2018 ji duh ve li balafirgeha bajarê Antalyayê yê Tirkîyê bi pişkdarîya hin şîrketên pêşeyên hewayî yên Komara Islamî ya Îranê destpê bûye û yê 5 rojan bidome.