Nîsan 23, 2018 13:14 Asia/Tehran
  • Şirove - Pêgiriya Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî li ser artêşeka bihêz, kêrhatî û înqilabî

Palpiştiya bi şiyana navxweyî û bikaranîna destkeftên girîng ên serdema Berevaniya Pîroz roja îro ji Îrana Îslamî hêzxurteka pêşîlêgir çêkiriye ku tu aliyekk dê îznê nede xwe ku gefên zimanî cih bîne.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî û fermandarê gişt hêzên Îranê, Hezretê ayetullah Xamineyî roja Yekşemiyê li hevdîtina bi fermandarê gişt û komek ji fermandarên hêza erdî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, bi bîr xist: Pêşketin divê hema wisa bên domandinê da ku artêşa sibe ji artêşa îro baştir, bihêztir, kêrhatîtir û înqilabîtir be.

Pêgiriya Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî li ser xurtkirina meşa ber bi pêş a hêzên çekdar nîşana girîngiya xurtkirina he rojî ya şiyanên hêzên çekdar li hemberî gefan e.

Wezîrê berevanî û piştgiriya ji hêzên çekdar ên Îranê, Emîr sertîp Emîr Hatemî li vî warî da dibêje: Li gorî asta dijminatiyên dijî Îranê, nêrîneka bilind a stratijîk li Îranê pêk hatiye ku bûye sebeb ku Komara Îslamî şiyanên berevaniyê bi dest bixe.

Li gorî tecrubeya serdema Berevaniya Pîroz (Şerê heşt salî yê Rêjîma Beisa Iraqê edijî Îranê di deheka 80î da) û pêwîstiyên ku di rewşa hestiyar a navçeyê da hene, xurtkirina hêmayên berevaniyê û dewama pêşketinên din vî warî da bûye pêwîstiya ewlehiyê. Ji ber vê yekê meşa ber bi pêş û bêrawestan li vî warî da divê were domandin. Elbete tu şik û gumank li vî warî da tune ku Îranê bi tu awayî dil tune ku destdirêjiyê bike an berfirehxwaz be. Lê hertim hatiye destnîşankirin ku hêzên çekdar ên Îranê bi hêz û iqtidara tam û di asta herî jorîn da li dijî hokarên alozkerê aramî û ewlehiyê li navçeyê disekinin. Li gorî pîvankên berevanî û leşkerî, Komara Îslamî ya Îranê niha xwedana hêza pêşîlêgirtin apêwîst li hemberî gefan e. Ev amadetî encama behrewergirtina ji derfetên navxweyî û xebat û dahêneriya hêzên fikrî û bi taybet ciwanên bi morala înqilabî li warên pêşeyên berevanî û perwerdehiya li pişkên hewce ye. Ji aliyekî va li gorî hevahengî û hevdilî û tyêkilliya bihêz ku di navbera tevahiya rêxistinên berevaniyê yên Îranê ji wan artêş û Sipahê Pasdarên Înqilaba îslamî heye, hêza berevaniyê ya Îranê di asta herî jorîn a pêşîlêgirtinê û şiyana êrîşê ji bo sekinîna li hemberî gefan da ye. Li vî warî da yek ji pişkên girîng ên berevaniyê yên Îranê hebûna şiyana berevaniya mûşekî ye ku xwedan girîngiyeka stratijîk li warê pêşîlêgirtinê ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî li vî warî da dibêje:

Me ji bo berevaniya ji gel û welatê xwe, her cûre çeka me ku hebe, em li çêkirin û ambarkirina çekan û di dema pêwîst da - ji bo berevaniya ji xwe - ti şik û gumana me li bikaranîna van çekan tune.

Bêguman şiyan û derfetên pêkhatî li vî warî da, hêma û pişkên damezirînerê qawet û serdestiya hêzên çekdar li hemberî dijminan tên hisab ku bi palpiştiya şiyana pisporên navxweyî û bi bikaranîna zanistên nûjen ên leşkerî û berevaniyê hatine bidestxistin. Ji ber vê yekê ye ku Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî û fermandarê gişt hêzên Îranê tevî pesindana kêrhatîbûn û tecrubeyên binirx ên kedkarên qedîmî yên artêşê û hêvîdariya li bara pêşeroja ron a ciwanên wê, li ser dewama pêşketin û zêdekirina şiyana artêşê pêgirî kir.