Nîsan 22, 2018 09:49 Asia/Tehran
  •  Deryadar Xanzadî: Hêza deryayî ya Îranê di asta herî bilind a îqtidarê de ye

Fermandê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê, şemiyê şevê li bernama Nigahê 1 a kanala yekê ya televîayona Îranê destnîşan kir ku hêza deryayî ya Îranê di asta herî bilind a îqtidarê de ye

 Li gorî rapora Mêhr Newsê, emîr deryadar Husêyn Xanzadî bal kişand ser peywedniyên pir baş ên hêzên deryayî yên artêşê û Sipahê Pasdaran a Inqilaba  Îslamî û got: Ev du hêz bi hev re tam di peywendiyê ne.

 Fermandê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê, her wiha  bal kişand ser pêşketinên  berevaniyê yên Komara Îslamî ya Îranê û got: Artêşa Îarnê bêyî ku  hevceyî bi biyaniyan hebe, bi palpiştiya  hêza xwe ya navxweyî, hemî kelûmel û çekan li hundirê welêt de  berhem tîne û dide xebtandin.

Emîr deryadar Husêyn Xanzadî li bara lidarxistina civîna  fermandeyên  hêzên deryayî yên welatên  kêleka oqyanûsa Hindê li Têhranê û destnîşan kir ku 35 taximên pilebilind ên leşkirî ji welatên curbicure cîhanê ji bo beşdariya li vê civîna 2 rojî sefera Têhranê dikin.  Fermandê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê, destnîşan kir ku Komara Îslamî ya Îranê  bo du salan, dê serokatiya civîna fermandeyên hêzên deryayî yên welatên  kêleka oqyanûsa Hindê( IONS)  bike.

Şeşemîn civîna  fermandeyên hêzên deryayî yên welatên  kêleka  oqyanûsa Hindê îro li Têhranê xebata xwe destpê bike. Ev civîna  civîna herî mezina eskerî ya dîroka Îranê ye. 

Emîr deryadar Husêyn Xanzadî bal kişand ser vê yekê ku navça oqyanûsa Hindê ji hêla ticareta cîhanî ve  pir giring e û got:yek sisiyanê ticareta cîhanî li bakurê oqyanûsa Hindê cih tê.

 Fermandê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê, destnîşan kir: Ev navçeya  ji ber hebûan enerjiyê û giringiya stratejîk, hêza berhemanîna  qawetê û  zirûfa xuliqanûna  serweta zêde heye loma  hêzxurtan tim bala xwe dane ser vê navçê.