Nîsan 20, 2018 07:30 Asia/Tehran
  • Pêgirîya wezîrên berevanîyê yên Îran û Iraqê ser berfirekirina hevkarîyên leşkerî û ewlehîyê

Wezîrên berevanîyê yên Îran û Iraqê pêgirî li ser berfirekirina hevkarîyên ewlehî û leşkerî kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Iraqê, serleşker Emîr Hatemî wezîrê berevanîyê yê Îranê şeva buhurî li hevdîtina digel Irfan Mehmûd Heyalî wezîrê berevanîyê yê Iraqê bi wî re têkildarî rêyên hevkarîyên leşkerî û ewlehîyê di navbera her du welatan de û hevdengîya ji bo xurtkirina ewlehî û istiqrarê li navçê gotûbêj kir.

Li hevdîtina wezîrê berevanîyê yê Îranê û Osman Ganimî serokerkanê artêşa Iraqê jî, Ganimî qedrê Îranê ji ber piştgirîyên locêstîk ji hêzên ewlehîya Iraqê girt û got: Piştgirîyên Komara Islamî ya Îranê bûn sebeb ku DAIŞ li Iraqê di warê leşkerî da têk here.

Serleşker Emîr Hatemî herwiha çû seredana navenda lêzanîna a Bexdayê ku bi awayekî hevpar bi hevkarîya Îran, Iraq, Rûsîye û Sûrîyê va tê birêvebirinê.

Wezîrê berevanîyê yê Îranê herwiha li hevdîtina digel wezîrê karên hundur ê Iraqê û rayedarên din ên pilebilind ên vî welatî serketinên vê dawîyê yên wan li hemberî koma têrorîst a DAIŞ`ê li wan pîroz kir.

General Seid Elaq serokê çiqa lêzanîn a artêşa Iraqê jî li hevdîtina digel Hatemî, yekitîya di navbera Îran, Iraq, Rûsîye û Sûrîyê da `` mînakeke berbiçav a peywendîyên navnetewî, nemaze di warê ewlehîyê û têkoşîna dijî komên têrorîst û tundrê da`` zanî.

Wezîrê berevanîyê yê Îranê roja çarşemê seredana xwe ya durojî bo Iraqê destpê kir û giheşte Bexdayê.