Nîsan 19, 2018 21:23 Asia/Tehran
  • Destpêbûna 35`emîn dewra pêşbirkên navnetewî yên Quranê li Têhranê

35`emîn dewra pêşbirkên navnetewî yên Quranê bi amadebûna quranxwanên ji 84 welatên cîhanê li Têhranê destpê bû.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, 35`emîn dewra pêşbirkên navnetewî yên Quranê bi durişma ``pirtûkek û umetek`` îro hevgavê eydên Şeibanê bi pişkdarîya 258 quranxwanên ji 84 welatên cîhanê li Têhranê destpê bû û biryar e ku heta 26`ê Nîsanê bidomin.

Ev dewra pêşbirkên Quranê li 5 pişkên jin, mêr, nabîna, xwendekarên zanîngehê û feqîhan tê lidarxistin. Mêr, jin û nabîna yê li nimêjgeha Têhranê bikevin rikeberîyê û pêşbirkên feqîh û xwendekarên zanîngehan jî dê li bajarên Qum û Meşhedê bên lidarxistin.

Jinên ji 28 welatên cîhanê jî ji bo pişkdarîya li duyemîn dewra pêşbirkên navnetewî yên Quranê li çiqa jinan amadebûna xwe ragihandine.