Nîsan 19, 2018 18:53 Asia/Tehran
  • Daxwaza parlemanterên ewropî ji Kongra Amerîkayê ji bo piştgirîya ji rêketinama navokî

Nêzî 500 parlemanterên Brîtanya, Fransa û Almanyayê li nameyekê bo endamên Kongra Amerîkayê ji wan xwestin ku piştgirîyê bidin rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê.

Li gorî rapora malpera Guardian`ê, bi dû belavbûna hin nûçeyan têkildarî ihtimala biryara Donald Trump serokomarê Amerîkayê ji bo vekişîna ji rêketinama navokî di meha Gulanê da, nêzî 500 parlimanterên Ingilîs, Fransa û Almanê li nameyekê bo endamên Kongra Amerîkayê ji wan xwestin ku alîkarîyê bidin parastina rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê.

Eva li halekî ye ku Bab Kroker serokê Komîta Peywendîyên Derve ya Senaya Amerîkayê duh got: Donald Trump dil heye meya bê Amerîkayê ji rêketinama navokî ya digel Îranê derxe û tenê hewildanên rêberên ewropî renge bikarin di dema dawîyê de bibin sedema guherîna biryara Trump.

Brîtanya, Fransa û Alman hevdeng digel Donald Trump serokomarê Amerîkayê bi hilêxistina tawanên pûç têkildarî şîyana mûşekî ya Îranê, hewil didin bi heceta razîkirina Amerîkayê ji bo mayîna li rêketinama navokî, hin baykotan dijî bernama mûşekî ya Îranê bisepînin.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê ji hevgirtîyên xwe yên ewropî re ragihandîye ku erkdar in heta 12`ê Gulana sala 2018`an venihêrînê li rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê bikin.