Nîsan 19, 2018 18:33 Asia/Tehran
  • Civîna Komîteya çaralî ya Agahiyan a Îran, Rûsye, Iraq û Sûriyê hate lidarxistin

Civîna Komîteya çaralî ya Agahiyan a Îran, Rûsye, Iraq û Sûriyê, bi beşdariya wezîrê berevaniyê yê Îranê li Bexdayê, hate lidarxistin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a MEHR`ê, hevgavê roja duyemîn a sefera emîrê sertîp, Emîr Hatemî, wezîrê berevaniyê yê Îranê bo Iraqê, Civîna Komîteya çaralî ya Agahiyan a leşkerî bi beşdariya çalakvanên di pişka leşkerî û ewlehiyê ya Îran, Rûsye, Sûriye û Iraqê hate lidarxistin.

Emîrê sertîp Hatemî, li destpêka vê civînê hewldanên berdewam û têkoşeriyên ku dijî komên terorîst cih hatine, girîng nirxandin û got: Hevalbendiya ku bi beşdariya çar welatên Îran, Iraq, Sûriye û Rûsyê li ser vîna serokên payebilind ên çar welatan pêk hat, roleka cidî û bi bandor bona têkbirina DAIŞ`ê hebû.

Wezîrê berevaniya Îranê, herwiha got: Fêmkirina hevpar a gef, berjewendiyên hevpar û li dû wê, hevkariyên hevpar ên istixbaratî yên çar welatan bona pêşdabirina armanc û pêspartiyên sekinîna li hember terorîsmê, tecrubeyeka serketî bona vegerandina istiqrar û ewlehiyê bûye û divê bibe bingehek ji bo hevkariyên tê.

Wezîrê berevaniya Îranê, bal kişand ser vê yekê ku îstikbar bi mihaneyên curbicur her cure êriş û destdirêjiyê, bi mihaneya mafên mirovan, rewa nîşan dan û pêgîrî kir: Dijmin dil hene derbê li serketinên li hember terorîsmê xînin ku meriv dikare mînakên wê li êrişên vê dawiyê yên sê welatên rojavayî û êrişên curbicur ên Rejîma Siyonîst ser Sûriyê bibîne.

Serleşker Sed Elaq, sekreterê Komîteya danûstandina agahiyên leşkerî yên çaralî û serokê taxima istixbaratî ya artêşa Iraqê jî raporek ji çalakiyên Navenda danûstandina istixbaratî ya çaralî li dema sekinîna li hember terorîsm û DAIŞ`ê raber kir.

Wezîrê berevanî û piştevaniya hêzên çekdar ên Îranê, ji bo hevdîtina bi rayedarên payebilind ên siyasî û berevaniyê yên Iraqê û gotûbêja li ser mijarên dualî, navçeyî û navneteweyî, roja çarşemiyê seredana Bexdayê kir.