Nîsan 19, 2018 17:16 Asia/Tehran
  • Wezîrê berevanîyê yê Îranê: Îranê opêrasyona leşkerî ya li bakûra Iraqê erê nekirîye

Wezîrê Berevanîyê yê Îranê got: Komara Islamî ya Îranê opêrasyona leşkerî ya li bakûra Iraqê erê nekirîye û ser vê bawerê ye ku divê rêz li serwerîya hemî welatan nemaze ya Iraqê bê girtin.

Serleşker Emîr Hatemî îro li hevdîtina digel Falih Feyaz rawêjkarê ewlehîya netewî ya Iraqê li Bexdayê herwiha got: Nabe Iraq bibe meydana tolhildana welatên navçê.

Wezîrê Berevanîyê yê Îranê herwiha got: Hevkarîyên Îran û Iraqê li şerê dijî têrorîsmê mînakeke gellekî baş a hevkarîyên dualî ne û welatên din ên navçê jî dikarin ji vê mînaka serkevtî sûdê wergirin.

Wî herwiha got: Îran li şerê dijî DAIŞ`ê tam li rex gel û dewleta Iraqê sekinî û ev berxwedan û piştgirî bi alîkarîyên Îranê dê heta kokbirrkirina vê koma cinayetkar bidomin.

Serleşker Emîr Hatemî herwiha got: Kiryarên neberpirsane û cinayetkarane yên welatên rojavayî û idiakirê mafên mirovan li navçê û êrişa mûşekî ya vê dawîyê ya Amerîka, Ingilîs û Fransayê ser Sûrîyê, nîşan didin ku destwerdanên bîyanîyan li kivşkirina çarenûsa welatên navçê dimin.

Falih Feyaz rawêjkarê ewlehîya netewî ya Îranê jî li vê hevdîtinê  pêgirî kir ku welatê wî rê nade tu welat û zilhêzek destwerdanê bi armanca sistkirina peywendîyên istiratêjîk ên digel Îranê bike û got: Ev peywendî bi tu awayî nakevin ber bayê hewildanên destwerdanxwazîyê.

Wî herwiha qedrê Îranê ji ber sîyaseta isûlî û stratejîk di warê têkoşîna dijî têrorîsmê û piştgirîya ji gelên Iraq û Sûrîyê de girt û got: Heke piştgirîyên Îranê ji Iraq û Sûrîyê nebana roja îro dê rewşa van welatana gellekî lihevalîyayî ba.

Wezîrê Berevanîyê yê Îranê duh bi merema hevdîtina digel rayedarên iraqî giheşte Bexdayê.