Nîsan 19, 2018 16:37 Asia/Tehran
  • Blomberg: Bila Dêmokirat firsenda serrastkirina rêketinama navokî bidin Pompeo

Mêdyayekî amerîkî şîret kir ku Dêmokirat firsenda serrastkirina rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê bidin wezîrê karên derve yê ku Trump pêşnîyar kirîye.

Ajansa nûçan a Belomberg`ê li raporekê nivîsî ku Mayk Pompêo (Mike Pompeo) wezîrê karên derve yê ku Donald Trump serokomarê Amerîkayê pêşnîyar kirîye, bi hegera karkirina li Kongrê ser mesela rêketinama navokî serdest e lewma ya baş ew e ku Demokiratên Kongrê bi erêkirina hêjatîya wî, firsenda guhertinan li rêketinama navokî bidin wî.

Belomberg bal kişand ser helwesta Qesra Sipî ji bo bidestxistina piştgirîya Sênayê ji Pompêo têkildarî vê yekê ku retkirina hêjatîya wî dê zîyanê bigihîne muzakirên digel Koreya Bakûr û nivîsî: Dûr e ku ev helwest û nêrîna dengan ji bo Pompêo bi dest bixe.

Blomberg herwiha dinivîse ku hegera baştir ji bo piştgirîya Dêmokiratan ji Pompêo rêketinama heyî ya digel Îranê ye.

Vê mêdyaya amerîkî bal kişand ser guherîna helwesta Pompêo ji neyarîya serhişkane ya li hemberî rêketinama navokî ser piştgirîya ji pêkanîna guhertinan li rêektinama hanê û nivîsî: Wî hefteya buhurî dema axavtina li Kongirê, piştgirî da muzakirên Amerîkayê digel Ewropayê.

Komîteya Peywendîyên Derve ya Meclisa Sena ya Amerîkayê roja duşemê hêjatîya Pompêo ji bo posta wezareta karên derve ya vî welatî ret kir.