Nîsan 19, 2018 15:53 Asia/Tehran
  • Waşîngton hêvîdarê muzakirên têkildarî rêketinama navokî digel Ewropayê ye

Rayedarekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê got ku ew têkildarî muzakirên bi Ewropayê yên li bara rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê re gellekî hêvîdar e.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, David M. Satterfield (Dêyvîd Setterfîld) alîkarê demkî yê çiqa Rojhilata Nêzîk ê wezîrê karên derve yê Amerîkayê li civîna Komîta Karên Derve ya Meclisa nûnerên vî welatî got ku gellekî hêvîdar e li muzakirên Waşîngtonê yên têkildarî rêketinama navokî bi welatên ewropî re encamên erênî bi dest bikevin.

Satterfield mukur hat ku rêketinama navokî têkilîyek bi bernama berevanî-mûşekî ya Îranê ra tineye û got ku biryardayîna di vî warî da ku heke guhertinên bi dilê Waşîngtonê li rêketinama navokî neyên sepandin, dê Amerîka ji rêketinamê vekişe yan na, di destê Donald Trump serokomar da ye lê Wezareta Karên Derve niha bala xwe daye ser muzakira digel şirîkên ewropî Ingilîs, Alman û Fransayê ji bo serketinê.

Li vê civîna Komîta Karên Derve ya Meclisa Parlemanterên Amerîkayê ku bi mijara ``sîyaseta Amerîkayê li hemberî Îranê`` hat lidarxxistinê, Wês Mîçêl alîkarê din ê wezîrê karên derve yê vî welatî jî bi dubarekirina idiayên Waşîntonê yên li bara bernama mûşekî û rola Îranê li navçê nemaze li Sûrîyê got ku hevgirtîyên ewropî yên Amerîkayê têkildarî Îranê divê berpirsîyeke zêdetir bidin ser milê xwe.