Iraqçî: Bi qawet emê berevaniya berjewendiyên Komara Îslamî ya Îranê bikin
Seyd Ebas Iraqçî bal kişand ser vê yekê ku emê nehêlin dijminatiya Waşengtonê li dijî Têhranê û rêketinnama navokî derbeyê li berjewendiyên Îranê xîne û got: Emê bi qawet berevaniya berjewendiyên Komara Îslamî ya Îranê bikin.
Seyd Ebas Iraqçî, alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê roja çarşemiyê li Romaya paytexta Îtalyayê tev Vînçênêsto Emendola hevtayê xwe yê îtalyayî hevdîtin pêk anî û li bara hevhatina navokî ya Îranê gotûbêj kir.
Seyd Ebas Iraqçî li hvpeyvîna bi IRIB Newsê re li Romayê bal kişand ser vê yekê ku di rewşa hestyar a niha de hewce ye bi welatên curbicur re bi taybet welatên ewûpî ku bi behsa rêketinnama navokî û mesela navneteweyî re peywendiyeke taybet hene, peywendiyeke zêdetir pêk bînin û got: Muzakireyên baş bi rayedarên îtalyayî re li bara mesela rêketinnama navokî kiriye.
Seyd Ebas Iraqçî li vê hevpeyvînê li bersiva vê pirsê ku ger dewleta Emerîkayê li meha tê yanê 12 Gulanê ji rêketinnama navokî derkeve, gelo dê reftara Îranê li vê barê çawa be û destnîşan kir: Derketina Emerîkayê ji rêketinnama navokî dê rastî berteka cidî û pêkan a Îranê were û Têhran ji bo her rewşekê amadetiya pêdivî heye.
Seyd Ebas Iraqçî ku biryar e li civîna aşitiya mayînde li Niyoyorkê hevrêtiya Muhemed Cewad Zerf, wezîrê karên derve yê Îranê bike, beriya amadebûna li vê civînê li sefera bo çend welatên ewrûpî û hevdîtina bi rayedarên van welatan re, dê mesela rêketinnama navokî û meselên din ên hestyar ên navneteweyî hilkole.
Iraqçî piştî Îtalyayê dê sefera welatên Belcîka û Norwejê jî bike û pişt re ji bo beşdariya li civîna aşitiya mayînde dê berê xwe bide Niyoyorkê.
Civîna aşitiya mayînde li rojên 24 û 25 Nîsanê li civata giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî dê were li dar xistin.
Donald Trump serokkomarê Emerîkayê bi îdiaya vê yekê ku hevhatina navokî tenê berjewendiyên Komara Îslamî ya Îranê dabîn dike daxwaza guhertina naveroka rêketinnama navokî li çarçoveya berjewendiyn Waşengtonê dike.
Hema di vê çarçoveyê de, Trump 12 Çilla 2018` an rawestandina boykotên navokî yên Îranê dirêj kir lê hin şert ji wan guhertina hin xalên rêketinnama navokî, serdana navendên leşkirî û boykota mûşekî ya Îranê ji bo mayîna welatê xwe li nava rêketinnama navokî ragahndin û got: Ger kongire û Ewrûpa ev şertan cih neynin, di dema qirarkirî ya din de yanê 12 Gulanê rawestandina boykota dirêjneke û dê ji rêketinnama navokî biqede.
Cîhan berûvajiya Trump daxwaza parastina rêketinnama navokî dike.
Hevhatina navokî ya Îran û koma 5+1` ê ji Çilla 2016` an ve cih hatiye.