Adar 22, 2018 11:39 Asia/Tehran
  • Qasimî: Ewlehiya navçeyê bi hevkariya tevahiya welatan tê bidestxistin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê tevî nirxandina erênî ya gotinên wezîrê berevaniyê yê Kuwêytê li bara pêwîstiya danûstandin û hevkariya bi Îranê ra, got: Navçeya pêşketî û ewleh bi hevkarî û beşdariya tevahiya welatan tê bidestxistin.

Li gorî rapora IRNAyê, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Behram Qasimî êvara Çarşemiyê tevî pêşwaziya ji gotinên vê dawiyê yên alîkarê serokwezîr û wezîrê berevaniyê yê Kuwêytê, got: Komara Îslamî ya Îranê hertim pêwendiya bi welatên cînar ra babeta sereke ya siyaseta xwe ya derveyî ji bo hevkariyê dizane û li ser vê bawerê ye ku navçeya ewleh, bihêz û pêşketî tenê bi beşdarî û hevkariya komkî ya tevahiya welatên cînar bi dest tê.

Qasimî her wiha got: Li cîhana bihev ve girêdayî ya îro, rihetî, pêşketin û geşepêdana aborî ya welatên navçeyê bi rêkarên komkî û wêdadayîna nakokiyan ji riya gotûbêjê tê bidestxistin û Komara Îslamî ya Îranê hertim ji bo rakirina pêngavan di vê rêkê da amade bûye û amade ye.

Alîkarê serokwezîr û wezîrê berevaniyê yê Kuwêytê roja bihurî li rêûrisma vekirina civîna sermiyandfanîna li vî welatî destnîşan kiribû ku Îranê hertim têkilliya digel welatên cînar babeta xwe ya sereke zaniye û ji bo pêkanîna aramiyê li navçeyê hewil daye.