Adar 21, 2018 20:09 Asia/Tehran
  • Rêberê giranqedir ê inqilabê: Îranê nexşeya Amerîkayê li navçê pûç kir û belaya tekfîrîyan ji ser serê gel dûr xist

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî got: Di sala buhurî de, Komara Islamî ya Îranê karî alaya rûmet û iqtidara gelê Îranê li navçê bilind bike û roleke girîng li têkbirina tekfîrîyan û dabînkirina ewlehîyê bilîze.

Hezretê ayetulah Xaminêyî îro danê êvarê li koma berfire ya zîyaretkir û cînarên tirba Îmam Riza (S) li şarê Meşhedê bi pêgirîya ser vê yekê ku Komara Islamî ya Îranê bi vî karê xwe yê mezin, nexşeya Amerîkayê li navçê pûç kir, dîyar kir: Niha zilhêzên navnetewî ku hertim di meseleyên navxweyî yên deverên curbicur ên cîhanê de destwerdanê dikin, nerazîbûna xwe li hemberî Komara Islamî ya Îranê nîşan didin û dibêjin ku çima Îran destwerdanê di karên navxweyî yên navçê de dike? ku em di bersiva wan de dibêjin ku vê meseleyê têkilîya xwe bi we ra tineye.

Rêberê qedirgiran ê inqilabê, bi pêgirîya ser vê yekê ku hebûna Komara Islamî ya Îranê li hin welatên navçê, li gorî daxwaza dewlet û gelên wan welatana ye, dîyar kir: Me ne gotina zorê kirîye û ne destwerdan di karên navxweyî yên welatan de, wan alîkarî xwestin û me jî alî wan kir û me ev alîakrîya bi armancên maqûl û li gorî hesabên deqîq û maqûl ne li ser hest û kelecanê kirin.

Wî bal kişand ser plana Amerîkayê ji bo herêmê û got: Amerîkî bi dû wê bûn ku bi pêkanîna komên şerût, zalim û bêrêzîkir ên wek DAIŞ`ê, gelên navçê mijûlî şerên navxweyî bikin û bal û fikra wan ji ser Rêjîma Sîyonîst a talankir dûr bixin lê me bi alîkarîya ilahî karî vê nexşeya wan pûç bikin.

Hezretê ayetulah Xaminêyî bal kişand ser idiaya amerîkîyan têkildarî rola wan li tepeserkirina DAIŞ`ê û pêgirî kir: Ev idiaya derew û pûç e ji ber ku sîyaseta Amerîkayê parastina DAIŞ`ê û komên wek wê ye, helbet bi awayekî ku ew li ber destê amerîkîyan bin.

Rêberê qedirgiran ê inqilabê herwiha got: Amerîka nikare ewlehîya navçê dabîn bike û mînaka eyan a vê yekê jî bicihbûna 14 salî ya hêzên amerîkî li Efganistanê ye ku netenê tu ewlehîyek ji bo gelê Efganistanê neanîye belkî rewşa ewlehîyê xirabtir kirîye jî.

Rêberê qedirgiran ê inqilabê pêgirî li ser vê yekê kir ku Komara Islamî ya Îranê karîye li navçê ewlehîyê dabîn bike û dîyar kir: Ji vir pê ve jî yê wiha be û bê guman Amerîka têkildarî meseleyên navçê nagihêje armancên xwe û Komara Islamî ya Îranê bi kerema ilahî dê bigihêje hemî armancên xwe yên li navçê.