Adar 21, 2018 17:22 Asia/Tehran
  • Ruhanî: Dewleta Îranê wê pişta hemî pişkên sivîl ên çalak di warê berhemanînê de bigire

Serokê Komara Îslamiya Îranê, li rex seredana Navenda Dermançêkirinê ya Têhran- Şîmiyê, li koma nûçegîhanan got: Berhemên vê kompaniyê li cîhan û navçê cîgeheka xwe ya baş hene û ev yeka sedema şanaziya Îranê ye.

Li gorî rapora IRNA`yê, Hesen Ruhanî, roja çarşemiyê piştî seredana ceribîngeha sereke ya Kompaniya Dermançêkirinê ya Têhran- Şîmiyê, bal kişand ser pêşketina ji hêla zanistê ve ya yekîneya lêkolîn û geşepêdana vê kompaniyê û herwiha got: Berhemên Kompaniya Dermançêkirinê ya Têhran- Şîmiyê, anegorî istandardên cîhanî ne û eva mijareka girîng e ku dermanên ku têne berhemanîn, bo welatên din jî werin şandin.

Ruhanî destnîşan kir, dewleta Îranê wê ji hemî pişkên sivîl ên ku di warê berhemanînê de çalak in, bi awayekî cidî piştevanîyê bike.

Serokê Komara Islamiya Îranê, herwiha ji hemî pêşesaz, sermayedaner û îraniyên li nav û derveyî welêt xwest, sermiyan, zanist û pisporiya xwe, li rêya pêşketina welêt, bixebitînin.

Serokê Komara Îslamiya Îranê, sibeha îro çarşemiyê bi amadebûna li Navenda Dermançêkirinê ya Têhran- Şîmiyê, xeta berhemanînê ya Camêdat û Cerbîngeha Sereke ya vê kompaniyê vekir.

Kompaniya Têhran- Şîmiyê ya dermançêkirinê, yek ji kompaniyên sivîl ên dermançêkirinê yên herî mezin li Îranê ye ku eva zêde ji 50 salan tecrûbe û rabihuriya wê ya berhemanîna li ser bingeha geşepêdan û peydakirina bazaran ji bo berhemên Brend- Jênêrîkê heye.

Ev kompaniya niha zêde ji 120 cure derzî, heb û kepsûl, sûspansiyon û şurub û melheman berhem tîne.