Adar 20, 2018 18:21 Asia/Tehran
  • Ruhanî: Berpirs hewl didin karê bicihkirina hertimî ya gundiyên mexdûrê erdhejê li dema herî nêz da bikemilînin

Serokomar bereberê sersalê, seredana gundê erdhejlêketî yê Fetah Begê li bajaroka Qesrê Şîrînê li parêzgeha Kirmanşanê li rojavaya Îranê kir û li koma xelkê vî gundî got: Berpirs hewl didin karê bicihkirina hertimî ya gundiyan piştî erdhejê li dema herî nêz da bikemilînin.

Li gorî malpera ragihnadinê ya serokomartiyê, Hsen Ruhanî, serokomarê Îranê îro sêşemiyê li seredana li gundê erdhejlêketî yê Fetah Begê li bajaroka Qesrê Şîrînê, ji bilî hevdîtina bi xelkê vê navçê  re û gotûbêja ya bi wan re , ji nêz ve ji pêvajoya ji nû ve avakirina malan û cebirandina xisaran agehdar bû.

Serokomar bi amadebûna li kanêks û malên gundiyên vê navçeyê, li rewşwka semîmî û nêzîk bi war re axivî û ji hewcetî û pirsgirêkên wan agehdar bû û destûrên pêwîst ji bo ji holêrabûna demlidest a kêmasî û pirsgirêkên wan da berpirsên têkildar.

Ruhanî paşê li koma xelkê gundê Fetah Begê, ji bilî pîrozbahiya rojên newrozê û destpêbûna sala nû, got: Dewlet û gelê Îranê, şirîkên xem û kedera we ne û we bi sebr û hedara xwe û berxwedana li hember bûyera diltezîn a erdhejê, karekî mezin cih anî.

Serokomar destnîşan kir: Divê malan qahêm werin avakirin û em amadetiya xwe li hember belayên xwezayî zêde bikin.

Ruhanî herwiha got: Em hewl didin karê bicihkirina hertimî ya gundiyan piştî erdhejê li dema herî nêz da bikemilînin û bi dawî bînin û em bikaribin îmkan û avahiyên pêwîst ên wek nexweşxane û dibistanan ji van navçeyan re dabîn bikin.

Ruhanî got: Dewlet bi hemî şiyana xwe heya dema ku mala hemiyan li navçeyên erdhejlêketî were avakirin, wê li cem we be.

Erdhejek bi mezinahiya 7.3 a Rîştêrê, 12`ê Mijdara 2017`an, navçeyên curbicur ên Îranê bi taybet parêzgeha Kirmanşanê hejand ku di encama wê de 483 kesî jiyana xwe ji dest dan û zêde ji 12 hezar kes jî birîndar bûn.