Peyama pîrozbahiya Rûhanî bi boneya serketina Pûtîn li hilbijartina serokomartiya Rûsiyê
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi peyamekê serketina bihêz a Viladîmîr Pûtîn li hilbijartina serokomartiya Rûsiyê li wî pîroz kir.
Komîsiyona navendî ya Hilbijartinan Rûsiyê bal kişande ser vê yekê ku heta niha sedî 99,83ê dengan hatiye hemartin û ragihand: Viladîmîr Pûtîn kariye sedî 76,6ê dengan bi dest bixe.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî roja Duşemiyê li vê peyamê tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji pêşketina pêwendiyên navbera Têhran û Moskoyê di salên dawî da û amadetiya Îranê ji bo xurtkirina herî pirtir a hevkariyên berbiçav bi Rûsiyê ra li warên dualî, navçeyî û navneteweyî ragihand.
Rûhanî dilniyayiya xwe diyar kir ku di dora nû ya serokomartiya Pûtîn da, pêwendiyên Têhran û Moskoyê dê zêdetir ji berê berfireh bibe.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tendurustî, serketin, bextewarî û serfirazî ji bo gel û dewleta Rûsiyê hêvî kir.