Adar 19, 2018 09:02 Asia/Tehran
  • Zengene: Pêşeya niftê ya Îranê armanca êrîşên dijminan e

Wezîrê Niftê (Pêtrol) yê Komara Îslamî ya Îranê mijara dijminatîya Amerîk û hin welatên navçeyê digel Îranê Pêşeya Niftê ya Îranê da zanîn û got: Divê em hişyrî bin ku dijmin nekarin di vê pişkê da derbê li me din.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Wezîrê Niftê (Pêtrol) yê Komara Îslamî ya Îranê, Bîjen Namdar Zengene berêvara Yekşemiyê li kêleka rêûrisma wajokirina biryarnameya geşepêdan û behrewergirtina ji çend meydanên niftê, mijara dijmiantiya Amerîka û hin welatên navçeyê digel Komara Îslamî ya Îranê çavkaniyên zengîn ên nift û gazê û geşatiya pêşeya niftê ya Îranê da zanîn û got: Dijminan çaverêtî tunebû ku em bi palpiştiya şiyana navxweyî bigihêjin vê asta pêşketin ali pişka enêrjiyê.

Wezîrê Niftê (Pêtrol) yê Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser behrewergirtina ji 6 fazên deveran niftî ya Parsa Başûr û zêdebûna hilberîna rojane ya 150 miliyon Mitra Kûp ji vê meydana gazî ya hevpar digel Qeterê di heyama du salên bihurî da û got: Serketinin visa dijminên geşatî û pêşketina Îranê hêrs kirine.

Wezîrê Niftê (Pêtrol) yê Komara Îslamî ya Îranê li bara destpêbûna dora nû ya gotûbêjan digel Tirkmenistanê derbarê kirrîna gazê ji vî elatî, got: Îro anku Duşemiyê ji bo gotûbêjê ez terim Tirkmenistanê.

Zengene got: Em amade nen ku li çrçova dîplomasiya bi nêrîna berfirehkirina pêwendiyan digel Tirkmenistanê bi taybet li pişka Enêrjiyê, gotûbêjin ciddî bi vî welatî ra bikin.

Zengene her wiha amaje bi zêdebûna bikaranîn û mesrefta Bênzînê li îranê û pêwîstiya derkirrîn vê berhemê kir û qala palpiştiya bi şiyana navxweyî li warê brhemanîna Bênzînê heta şeş mehên din kir.