Adar 18, 2018 14:22 Asia/Tehran
  • Serdar Dêhqan: Hêzên çekdar ên Îranê dê bersiveke qahîm li hemberî her gefekê bidin

Rawêjkarê rêberê giranqedir ê inqilaba islamî got ku hêzên çekdar ên Îranê ji hêla organîzekirin û ceribandinê ve di astekê da ne ku dê bersiveke qahîm li hemberî her gefekê bidin.

Serdar Hisên Dêqan, Rawêjkarê leşkerî yê rêberê giranqedir ê inqilaba islamî herwiha got: Dijmin her karek l idijî Komara Islamî ya Îranê kirîye, lewma hêzên çekdar ên Îranê di warê dabînkirina alav û rextên pêwîst ji bo sekinîna li hemberî planên dijminan giheştine asta pêşîlêgirtinê.

Wî hebûna rêberê giranqedir ê inqilabê wek fermandarê gişt hêzên çekdar ên Îranê xala bihêzîya hêzên çekdar ên welêt zanî û got: Palpişta sereke ya şîyana hêzên çekdar, gelê zane yê Îranê ye ku dijminê xwe nas dike, komployên wî fem dike û di dema pêwîst da li hemberî komployên wan tê meydanê.

Serdar Dêhqan bal kişand ser serketinên Komara Islamî ya Îranê di warê mêhwera berxwedanê da û got: Niha tiştek bi navê rêxistîya DAIŞ`ê tineye û hêzên gelanî û artêşên Iraq û Sûrîyê bi hevkarî û rawêjkarîya Îranê karîn navçê ji têrorîstên DAIŞ`ê ramalin.

Serdar Hisên Dêqan, Rawêjkarê leşkerî yê rêberê giranqedir ê inqilaba islamî, idiaya Amerîka, Israîl û Erebistanê di warê sekinîna li hemberî DIŞ`ê derew bi nav kir û got: Tevî hemî gotinên wan di warê sekinîna li hemberî vê koma têrorîst da, tişta ku ji bo hemî gelan hat isbatkirinê, ew bû ku dema DAIŞ asê dibû wan alîkarîya vê komê dikirin.