Adar 18, 2018 13:52 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Sala 96`ê sala serketina gelê Îranê û işkesta dijminên vî gelî bû

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Dijminên gelê Îranê di sala 1396`ê de tûşî işkestên giran bûn.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê li rex civîna çapemenîyê ya dawîyê ya desteya wezîran bal kişand ser serketina sîyasetên derve yên Îranê û got: Xêrnexwazên Îranê li mijara rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê tûî işkestên giran bûn û dinya li hemberî idiaya wan ku digotin Îranê sozên xwe cih neanîne, sekinî.

Serokê Komara Islamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku Ajansa Navnetewî ya Ênêrjîya Atomê (IAEA) bi caran piştrast kir ku Îranê sozên xwe yên têkildarî rîkeitnama navokî cih anîne û got: Kiryarên Amerîkayê li dijî Îranê yên li Konseya Ewlehîya NY yên bi heceta gefên mûşekî û meseleya Yemenê bêencam man û Waşîngtonê bersiveke erênî wernegirt.

Rûhanî bi gotina vîya ku kiryarên Amerîkayê li bara Qudsê ji hêla welatên cîhanê ve hatine şermezarkirinê û got: Îranê koma herî mezin a têrorîst DAIŞ li navçê kokbirr kir û işkesta DAIŞ`ê xelatek ji bo mirovantîyê di çarçova istiqrara navçê de bû.