Adar 18, 2018 09:40 Asia/Tehran
  • Larîcanî: Babetên mûşekî yên Îranê nabe mijara gotûbêjê

Serokê Meclisa Şêwraya îslamî ya Îranê got: Welatên ewropî nabe ku babetên mûşekî yên Îranê bi Lihevkirina Navokî ra yek bizanin û divê li dû cihanîna sozên xwe û Amerîkayê derheqê vê lihevkirinê bin.

Serokê Meclisa Şêwraya îslamî ya Îranê, Elî Larîcanî roja Şemiyê li hevdîtina bi Yûsif Bin Elewiyê wezîrê karên derve yê Omanê li Têhranê, bi gotina vê yekê ku babetên mûşekî yên Îranê bûye dilgiraniya hin welatan, got: Têknolojiya mûşekî ji 30 salan beriya niha va ketiye ber destê Îranê û mijareka nû nîne û xala din eva ku Komara Îslamî ya Îranê mûşek kewkî ser kîjan welatî kiriye?

Serokê Meclisa Şêwraya îslamî ya Îranê dest nîşan kir: Îranê sozdarê Lihevkirina Navokî bûye û ev sozdarî sê heta wê demê be ku aliyên din jî sozên xwe cih bînin.

Elî Larîcanî her wiha got: Rola Omanê û Siltan Qabûs li navçeyê hertim sûdewer û bi feyde bûye û navbera Îran û Omanê hertim pêwendiyeka dostane û nêzik hebûye.

Serokê Meclisa Şêwraya îslamî ya Îranê her wiha got: Rewşa niha ya navçeyê di rewşeka nearam da ye û welatên navçeyê û welatên din divê ku vê yekê bizanin.

Wezîrê karên derve yê Omanê, Yûsif Bin Elewî jî li vê hevdîtinê bi bîr xist: Hin welat ji siyaeta berevanî û mûşekî ya Komara Îslamî ya Îranê ditirisin; Lê tu hegerek ji bo vê tirsê tune, ji ber ku di vê rewşa qeyranî ya li navçeyê, Îranê mafê xwe heye ku ji bo parastina ewlehiya welatê xwe, hêza xw eya leşkerî hebe.

Wezîrê kaarên derve yê Omanê her wiha got: Rewşin baş ji bo berfirehkirina hevkariyên aborî û ticarî navbera Îranê û Omanê hene û divê asta van pêwendiyan weke pêwendiyên siyasî jorda biçe.