Adar 18, 2018 09:40 Asia/Tehran
  • Qasimî: Mûşekên Îranê nabe mijara gotûbêjê

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku babetên mûşekî yên Îranê nabe mijara gotûbêjê, her wiha got: Komara Îslamî ya Îranê siyasetên xwe li warê xurtbûnaa leşkrî li gorî tecrubeyên ku ji şerê sepandî yên heştsalî ji aliyê rêjîma beisa Iraqê dijî Îranê hene, dê bidomîne.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Behram Qasimî roja Şemiyê li gotûbêja bi kanala Camê Cemê ya têlêvîziyona Îranê ra got: Babetên mûşekî û berevaniyê yên her welatî têkildarî wî welatî bi xwe ne û tu welatek li bara şiyana berevaniya xwe ku têkildarî hakimiyet û yekparçetiyê ye, gotûbêjê nake.

Qasimî bal kişande ser bêsozî û astengîderxistina Amerîkayê li warê Lihevkirina Navokî û got: Amerîkî bo ku Îran nekare ji berjewendiyên Lihevkirina Navokî behreyê werbigire, li warê cûrbicûr ji wan mafên Mirov û şiyanên berevanî û mûşekî tawanan li dijî Komara Îslamî ya Îranê hilêdixin, lê tevî hemî van hewildanan, Îranê kariye digel gellek ji welatên cîhanê têgihîştinnameyê girê bide.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê berfirehkirina pêwendiyan digel welatên cînar wek mijara sereke ya siyaseta derveyî ya Têhranê da zanîn û got: Berfirehkirina hevkariya navbera welatên navçeyê, roleka girîng ji bo pêkanîn aştî, ewlehî û aramiyê heye.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê doktorîna siyaseta derveyî ya Komara Îslamî ya Îranê girêdayînebûna bi hêzxurtên meizn, piştevaniya ji welatên bindest ên cîhana îslamê û hevkariya bi tevgera Qeydnenasan her wiha welatên ku serdestîxwaz nînin, da zanîn.