Adar 17, 2018 16:09 Asia/Tehran
  • Qasimî: Hemî kesên bi dû derfetê ji avahiya berê ya balyozxana Îranê ya li Bon a Almanyayê hatin derxistin

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê ragihand ku hemî kesên derfetxwaz ji avahiya berê ya balyozxana Komara Îslamiya Îranê ya li bajarê Bonê hatine derxistin.

Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, got: Bi şopandinên me û hevkariya polîsê Almanyayê, kesên ku di van rojên dawiyê de bi awayekî neqanûnî li avahiya balyozxana berê ya Îranê li bajarê Bonê bicih bibûn, hatin derxistin û ev avahiya radestî serkonsûlgeriya Komara Îslamiya Îranê li Firankfortê bû.

Li gorî gotina berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, çar kes ji van kesên derfetxwaz û şerût, derfeta valabûna avahiya berê ya Îranê di van salên dawiyê de bi kar anîn û çend rojan bêyî îzn û bi awayekî neqanûnî tê de diman.