Adar 17, 2018 09:55 Asia/Tehran
  • Zerîf: Şaşitiya derketina ji Lihevkirina Navokî dê bo Amerîkayê biêş be

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Li gorî tiştê ku li Lihevkirina Navokî li warê lêkolîn û geşepêdanê hatiye dîtinê û kiryarên Îranê bona berfiorehkirina şiyanan xwe ya navokî li warê aştîxwaziyê, heke Amerîka şaşitiya derketina ji Lihevkirina Navokî bike, dê bi hetim şaşitiyeka bi êş bo Amerîkayê be.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf êvara Îniyê li riya vegeriyana xwe ji Astaneyê bo Têhranê li nav koma nûçegihanan got: Donald Trump ji roja ku bûye serokomarê Amerîkayê û heta beriya wê, hewildana xwe ji bo jinavbirina Lihevkirina Navokî pêk aniye û di hemî van serdeman da, Amerîkayê li warê cihanîna Lihevkirina Navokî binpêkirinên berfire pêk anîne.

Zerîf bi gotina vê yekê ku Têhran xwe ji bo şert û mercên cûrbicûr di dema gotûbêjên navokî da amade kiribû, her wiha got: Li Lihevkirina Navokî tam hatiye pêşbînîkirin ku ku heke Îran nekare ji sûd û qazancên wê yên aborî behreyê werbigire, dê çi karan bike.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha amaje bi sefera xwe bo Komara Azerbaycanê û Qezaqistanê di heyama du rojên bihurî da kir û got: Li Bakûyê bo cara yekem civîneka çaralî bi amadebûna Îran, Komara Azerbaycan, Tirkiye û Gurcistanê hat lidarxistin û ev hevkariya çaralî karekî nû bû.

Zerîf bi gotina vê yekê ku civîna Astaneyê jî ku 14 meh ji dahêneriya wê derbas dibe, kariye ji bilîî kêmkirina kêşeyan li Sûriyê, bû sebeba zêdekirina alîkariyên însanî li vî welatî, got: Mixabin hin welatên ewropî hertim hewil dane ku pêvajoya Astaneyê tûşî nakokiyê bînin û ji riyên cûrbicûr va hin kiryar pêk anîne.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Di hefteyên bihurî da ji ber siyasetên şaş ên Amerîkayê şer û pevçûn li Sûriyê pêk hatine.

Zerîf hêvî kir ku ji riya pêvajoya Astaneyê va pêşî li rewşa teze ku li Sûriyê pêk hatiye, bê girtin û rewş ber bi aramiya zêdetir li Sûriyê û dewama pêvajoya siyasî pêşda here.