Adar 16, 2018 15:51 Asia/Tehran
  • Pêşnimêjê nimêja înîyê yê Têhranê: Dijmin ji rêyên curbicur lê digerin derbê li Nizama Islamî bidin

Pêşnimêjê nimêja înîyê yê Têhranê pêgirî kir: Dijmin bi komployên curbicur ên aborî, sîyasî, civakî û çandî lê digerin ku derbê li Nizama Islamî bidin.

Ayetulah Mihemed Êmamî-Kaşanî, li xutbeyên vê hefteyê yên nimêja înîya Têhranê bi gotina vîya ku birêxistina dilgiranî, bêewlehîtî û zexta bi meseleyên aborîyê ji planên dijminan in, dîyar kir: Dijmin bi komployên xwe lê digerin derbê li Dezgeha Dadwerîyê, Meclisa Şêwra Islamî û hêzên ewlehîyê yên Îranê bidin ku divê em gişk li hemberî van komployana hişyar bin.

Ayetulah Êmamî-Kaşanî, meinewîyeta li Îranê li cîhanê bêhempa zanî û got: Meinewîyet ewlehî û xwedêperestîyê digire ber xwe û evana neimetên girîng in.

Pêşnimêjê nimêja înîyê yê Têhranê herwiha pêgirî li ser hewildana berpirsên Îranê ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborîyê yên gel kir.

Hucet ul islam Xulamriza Mêsbahî-Moqedem endamê Civata Kivşkirina Xêr û Kara Nizama Îranê jî l iaxavtinekê berî xutbeyan got: Gelê Îranê dema Inqilaba Islamî xwazyarê serxwebûn, azadî û Komara Islamî bû ku serxwebûna sîyasî serê xwe girt û tu hêzek nikare vîyana xwe ser gelê Îranê da bisepîne.

Hucet ul islam Xulamriza Mêsbahî-Moqedem bi gotina vîya ku hin welatên navçê her sal bayê çend milyard dolaran çekan ji zilhêzên cîhanê dikirin, dîyar kir: Artêş û Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê ji hêla perwerde, têknolojî, alavên berevanîyê, çek û rexatn şîyaneke ecêb bi dest xistine ku bêyî piştkutana li zilhêzên din, pêşîya her cure kiryara leşkerî ya dijminan girtine.