Sibat 20, 2018 17:41 Asia/Tehran
  • Cenazên rêwîyên balafira jordaketî ya Îranê hatin peydakirinê

Serokê Dezgeha Hawargiheştin û Xilaskirinê ya Komeleya Hîva Sor a Îranê ragihand ku cenazên rêwîyên balafira ATR a Şîrketa Geştên Esmanî ya Asêmanê ku li çîyayên DÊnakûhê jorda ketibû, hatin peydakirin.

Mirteza Selîmî îro li hevpeyvîna digel Kanala Xeber a televîzyona Îranê (IRINN)herwisan got: Alavên pêwîst ji bo veguhestina cenazeyan bi helekoptêrê ji bo komên hawargiheştin û xilaskirinê hatine şandin.

Elî Mihemed Ehmedî parêzgarê Kohkêlûyê û Boyêr Ehmedê li başûra rojavaya Îranê jî got: Hewil tê dayîn heta berî mexrebê hejmarek meytên rêwîyên balafira jordaketî bên veguhestin.

Serdar sertîp Remezan Şerîf berdevkê Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê vê sibê ragihand ku pirtîyên balafira ATR a Şîrketa Geştên Esmanî ya Asêmanê li çîyayên Dênayê hatine peydakirin. 

Balafireka modêla ATR a Şîrketa Geştên Esmanî ya Asêmanê ya Îranê roja yekşemê piştî ku danê sibê ji balafirgeha Mêhrava ya Têhranê rabû û ber bi Yasûcê li başûra rojavaya Îranê ve bi rê ket, di rê da li devera Dênakûhê ya Semîromê jorda ket û 66 rêwî, firokevan û personelên xizmetkar ên vê balafirê di encamê de canê xwe ji dest dan.