Sibat 20, 2018 10:03 Asia/Tehran
  •  Rûhanî: Muzakireyên Astanê û Sûçiyê ji bo aramî û ewlehiya Sûriyê, hêvîyek pêk anîne

Serokê Komara Îslamî ya Îranê duşemiyê şevê li gotûbêja telefonî tev Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê, hevkarî û şêwirînên sêalî navbera Îran, Tirkiye û Rûsiyê ser meselên navçê bi taybet li warê rawestana li ber terorîzmê û çareserkirina qeyrana Sûriyê erênî û bibandor da zanîn û ser pêwîstiya dewama hewldanan, berfirehkirina hevkariyan û muzakirên Têhran-Enqerê-Moskowayê ji bo gihêştina bo armanceke kêrhatî teqez kir.

 Hesen Rûhanî rawestana li ber terorîzmê û valakirina  Sûriyê ji komên terorîstî û rawestana li ber reftarên cidayîxwaziyê li navçê ji armancên hevpar ên  Îran û Tirkiyê dan zanîn  û got: Îro rojê komployên  cidayîxwaziyê û hewldanên ku  ji bo damezrandina  dewletên  kirêgirtî li navçê  cih tên, ku divê em bi berfirehkirinên giştalî yên hevkariyan  ji bo çaresrkirina  dilgiraniyên ewlehiyê hewl bidin

 Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku  muzakirên  rayedaran û berpirsên  Îran, Tirkiye û Rûsiyê li Astanê û Sûçiyê ji bo xurtkirina  aramî û ewlehiya Sûriyê, hvîieyk pêk anîiye û got:  Ev pêvajoya erênî divê bi domandina  şêwirînan û muzakirên  rayedarên sê welatan zêdetir ji berê berfire bibin.

 Rûhanî her wiha bal kişand ser komployên  Emerîka û Rejîma Siyonîstî li hember welatên navçeyê û destnîşan kir: Îran û Tirkiye armancên hevpar li warê meselên  navçeyî û navneteweyî dişopînin û divê bi berfirehkirina  hevkariyan jibo cihanîna  hevhatinên Astanê hewl bidin.

 Erdogan jî li vê gotûbêja telefonî raporek ser çawaniya   bicihbûan  hêzên Tirkiyê li navça Efrînê da û  destnîşan kir ku Enqere bawer e parastina yekperçetiya Erdê Sûriyê divê bibe  fukar û dilgiraniya  hemî welatên navçeyê.

 Erdogan her wiha  ji piştgiriyên Komara Îslamî ya Îranê li meselên navçeyî, navneteweyî û rawestana li ber Terorîzmê ji Tirkiyê spasî kir û û ser dewama  pêvajoya muzakiarn û hevkariyên  Îran û Tirkiyê û Rûsiyê li bara çareserkirina  qeyrana Sûriyê sekinî û got: Reftarên  ku bi nêta xiarkirina  pêvajoya hewldanên  sê welatan li Stanê û Sûçiyê cih tên, dê tu carî ser qezanca  navçê nebin.