Sibat 20, 2018 08:53 Asia/Tehran
  •  Lidarxistina rê û resma tazîdariya şeva şehadeta hezreta Fatimeya Zehra(S) bi beşdariya rêberê inqilabê

Rê û resma tazîdariya şeva şehadeta hezreta Fatimeya Zehra (s) bi beşdariya rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li Huseyniya Îmam Xumêynî(RE) hat li dar xistin.

 Li vê merasimê ku bi hezaran kes ji çîn û qatên gel û komek ji berpirsan beşadr bibûn, Hucet Ul Îslam Welmuslimîn  Ref`î hegerên  daketina  civakan ji nirxan hilêxistin û got: Li gorî nihêrîna  Um Eêmê (s) hebûna  nifaq û dûrûtiyê, dûrbûna ji quranê, neparastian rêz û hurmeta  hezretê Resullaha(s), peyrewiya ji şeytîn û pêkanîna  bêtifaqiyê hegerên  sereke yên  daketina  civakê ji nirxên olî ne.

  Wî li vê merasimê her wiha got: Îro rojê pêdivî ye ku dersê ji mêjûyê werbigrin û nehêlin ku cardinê ev bûyerên tal biqewimin.

 Sibê, 20 Sibata 2018`an, 3 Cemadî Ulsaniya 1439`an  a  Koça hîvî, salroja şehadeta hezreta Fatimeya  Zehra(s) keça giranqedr a pêxemberê Ekrem, hezretê Muhemed (s) û hevjîna  Emîrê Mominan Elî Bin  Ebî Talib(s) îmamê ewil ê şîeyên cîhanê ye.