Sibat 19, 2018 20:43 Asia/Tehran
  •  Emîr Ebdullahiyan ser qawet û hêza artêşa Sûriyê sekinî

Alîkarê taybet ê serokê meclisa Îranê li karûbarên navneteweyî got: Li erdê xistina balefira cengê ya Îsraîlê ji aliyê sîstema beervaniya hewayî ya artêşa Sûriyê, nîşana hêz û qaweta vî welatî ye.

 Li gorî rapora ajansa meclisê, Emîr Ebdullahiyan,   Alîkarê taybet ê serokê meclisa Îranê li karûbarên  navneteweyî, roja duşemiyê li hevdîtina  tev Ednan Mehmûd balyozê Sûriyê li Têhrnê bal kişand ser vê yekê ku  îdiaya Telavîvê li bara xistina  balefira bêfirokevan a îranî li axa Sûriyê derew e û got: nîşanadyîna  pirtiyeke  hesin bi navê balefira  îranî ji aliyê serokwezîrê Rejîma Siyonîstî li civîan ewlehiyê ya Monîxê, îhaneta li şiûra berdengên  civînê bû.

 Binyamîn Nêtanyahû roja yekşemiyê li civîna  ewlehiyê ya Monîxê bi nîşnadayîna  pirtiyeke hesin îdia kir ku ev pirtiya   ya balefira  bêfirokevan a îranî ye ku 10 Sibatê derbasî  herêma hewayî ya wan bûye.

Emîr Ebdullahiyan,  Alîkarê taybet ê serokê meclisa Îranê li karûbarên  navneteweyî, peywedniyên  Îran û Sûriyê stratejîk  da zanîn û  ser dewama hevkariyên  Têhran-Şamê li alîkariya  jibo damezrandian  aramî û ewlehiyê li anvçê û bi taybet li Sûriyê sekinî.

 Emîr Ebdullahiyan,   Alîkarê taybet ê serokê meclisa Îranê li karûbarên  navneteweyî her wiha berfirehkirina  hat û çûyînên navbear du welatan  giring da zanîn û got: Komara Îslamî ya Îranê ji beşdariya  rayeadrên sûrî li Têhranê û berfirehkirina  şêwirînên siyasî yên du welatan li çarçoveya  çareserkirina  meselên heyî li anvçê pêşewaziyê dike.

 Ednan Mehmûd balyozê Sûriyê li Têhranê jî li vê hevdîtinê got: Sernixûnkirina  balefira cengê ya Îsraîlê li Sûriyê cihanîna biryara  Sûriyê ji bo rawestana  li ber her cure  destdirêjiyê bû.

 Balyozê Sûriyê li Têhranê her wiha got: Welatê wî tu  rolek biyaniyan li amadekirina qanûna  bingehîn qebûl nake û li gorî belgeyean li  Sûçiyê, sûrî bi xwe dê li bara  pêşeroja  welatê xwe biryarê bidin.