Xwesteka Cehangîrî ji bo amadekirina bernama cihanînê ya berfirehkirina peywendiyên aboriyê yên Îranê bi Çînê re
Alîkarê yekem ê Serokê Komara îslamiya Îranê, xwest ku bernameyeka cihanînê û ya demdirêj ji bo berfirehkirina peywendiyên aboriyên yên di navbera Îran û Çînê de amade bibe.
Li gorî rapora IRNA`yê Îshaq Cehangîrî, alîkarê yekem ê Serokê Komara îslamiya Îranê, berêvariya duşemiyê li civîna hilkolandina rêbazên berfirehkirina peywendiyêm aborî û bazirganiyê yên di navbera Îran û Çînê de got, divê çarçoveyeka kifş ji bo berfirehkirin û geşkirina peywendiyên bazirganî û aboriyê bi Çînê re hebe.
Alîkarê yekem ê Serokê Komara îslamiya Îranê, bal kişand ser vê yekê ku jordabirina asta hevkariyên bazirganî û aboriyê bi Çînê re yek ji ewlewiyetên sereke yên Îranê ye û got: Çîn şirîkeka girîng a bazirganiyê ji bi Komara îslamiya Îranê ye.
Cehangîrî herwiha li ser pêwîstiya hewldana ji bo jinavbirina berbendên pêşberî berfirehkirina peywendiyên aborî û bazirganiyê di navbera Têhran û Pêkenê de sekinî.
Pang Sên, balyozê Pêkenê li Têhranê, berî niha gotibû: Bihaya danûstandinên bazirganiyê yên di navbera du welatan de di sala 2017`an de gihîşte 37 mîlyard û 107 mîlyon dolarî li anegorî sala 2016`an, sedî 19 zêde bûye.