Çile 23, 2018 20:27 Asia/Tehran
  • Şemixanî: Imkana muzakira dubare têkildarî rêketinama navokî tineye

Sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê got: Rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê belgeyeke tam e û imkana muzakira dubare têkildarî wê di tu şert û mercekê da tineye.

Elî Şemixanî sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê li hevpeyvîna digela kanala Al Alamê têkildarî kiryarên vê dawîyê yên Amerîkayê ji kêşesazîya li bara rêketinama navokî got: Rêketinama navokî daxwazên herîkêm ên Komara Islamî ya Îranê ji bo bidestxistina lihevkirina digel Koma 5+1`ê digire ber xwe. Şemixanî bal kişand ser bêsozîya Amerîkayê di warê rêketinama navokî de û got: Tevî pêbendîya tam a Îranê li rêektinama navokî û sozên xwe, hela pişkeke vebûnên aborîyê ku divîya di çarçova sozên Amerîkayê û heta Ewropayê de serê xwe bigirin, pêk nehatîye û di vê navberê de axavtina li bara venihêrîna ser rêketinama navokî nîşana rezîlbûn û xewn û xeyala serokomarê Amerîkayê ye. Wî li bara şîyana mûşekî ya Îranê jî got: Şîyana mûşekî ya Komara Islamî ya Îranê tam xwecî ye û hasila tecrubeya 8 salên berevanîya pîroz û mezlûmbûna gelê Îranê di warê dabînkirina hewcedarîyên seretayî yên ji bo xweparastina li hemberî zorbêjî û êrişê ye û rêya kemilîna xwe di çarçova girtina pêşîya gefên zilhêzan de yê bidomîne.

Sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê herwisan got: Di çarçova hevdengîya tam a berpirsên Komara Islamî ya Îranê de, Têhran tu muzakireyekê li ser mijara mûşekî û şîyana xwe ya berevanîyê bi tu welatekî ra nake.

Wî herwisan got: Kiryarên Komara Islamî ya Îranê li navçê qet berovajî biryarnamên Konseya Ewlehîyê ya NY nebûne û hewildanên Amerîkayê ji bo reşkirina kiryarên dabînkirê istiqrarê yên Komara Islamî ya Îranê ji ber işkesta Waşîngtonê û hevpeymanên wê di warê sûdwergirtina ji têrorîsmê wek darê destan li navçê ne.