Çile 23, 2018 20:05 Asia/Tehran
  • Hêrsbûn û dilgiranîya alîkarê Trump ji ber nifûza Îranê li navçê

Alîkarê serokomarê Amerîkayê bi dubarekirina idiayên dijî Îranê yên Waşîngtonê idia kir: Nifûza Îranê li navçê bitehlûke ye.

Mayk Pêns li hevpeyvîna digel televîzyona Fox News a Amerîkayê bi nîşandayîna dilgiranîya xwe ya ji ber zêdebûna nifûza Îranê li navçê got ku Waşîngton û hevpeymanên wê naxwazin ku Têhran valatîyên li Iraq û Sûrîyê tijî bike.

Pêns bêyî axavtina têkildarî belgeyên kiryarên Amerîkayê di warê pêkhatin û bihêzbûna DAIŞ`ê li hemberî dewleta qanûnî ya Sûrîyê idia kir ku Îran pêşnegîya piştgirîya ji têrorîsmê dike û ewê belavî nav welatên cînar dike.

Alîkarê Trump bal kişand ser hewildanên dijî Îranê yên dewleta Trump li navçê û bi axavtineke kêşesaz û destwerdanê got: Roja îro derfet pêk hatîye ta ku ji bo têkbirina nifûza Îranê li navçê hevkarî were kirin.

Hevkarîya Îranê digel Iraq û Sûrîyê û di encamê de işkesta DAIŞ`ê li van welatana bûye sedema dilgiranîya hevpeymanên rojavayî û ereb ên vê koma têrorîst.