Çile 23, 2018 20:03 Asia/Tehran
  • Theresa May li hevdîtian bi Têlêrson re teqez kir ku   Brîtanyayê ser rêketinnama navokî disekine

Nivîsgeha serokezîriya Brîtanyayê raghand ku Theresa May (Trêza Mêy) serokwezîra vî welatî li hevdîtian xwe ya vê dawiyê tev Rêks Tîlêrson wezîrê karên derve yê Emerîkayê teqez kir ku welatê wî ser rêketinnama navokî disekine.

 Li gorî rapora IRNA`yê, berdevkê nivîsgeha  serokwezîriya Brîtanyayê bal kişand ser hevdîtina  Tîlêrson tev rayedarên  pilebilind ên  Brîtanyayê li Londonê û got: Her du alî li bara  rawestana civaka cîhanî li dijî tişta ku kiryarên  kavilkir li navçê hatine  zanîn, gotûbêj kirin , lê serokwezîra Brîtanyayê teqez kiriye ku  London dê ser rêketinnama navokî bisekine.

 Eva li halekê ye ku  wezîrê karên derve yê Emerîkayê duşemiyê piştî hevdîtina  tev xanima Mayê raghand ku  Waşengton û London ji bo pêkanîna  karkomeke bi karzanan j ibo sererastkirina  pirsgirêkên  rêketinnama navokî li hev kirine ku muhtemel e heftiya tê civînê pêk bînin.

 Brîtanyayê pêştir  jî bi caran  teqez kiribû ku  dê ser hevhatina navokî  tev Îranê bisekine.

  Hevhatina navokî ya Îran û Koma  5+1`ê ji Çilla 2016`an  ve cih hatiye lê dewleta  Emerîkayê wek yek ji endamên  vê komê tim   li warê cihanîna wê bêsoziyê dike.

 Hêjayî gotinê ye ku  Îran tevî redkirina  her cure muzakireya  dubare  li bara rêketinnama navokî, guhertina  li vê hevhatina navokî weke binpêkirina wê dane zanînê.