Çile 23, 2018 18:52 Asia/Tehran
  • Avêtina serkevtî ya mûşeka Qedîr a artêşa Îranê

Di duyemîn roja qonaxa sereke ya manovra hevpar a Mihemed Resûlulah (S)-5 a Artêşa Komara Islamî ya Îranê de, paporên îranî karîn bi avêtina mûşekeke kurûz a dûrbirr a bi navê Qedîrê li papora ku wek armanc li kûratîya Deryaya Umanê hatibû kifşkirinê bidin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tesnîmê, mûşeka kurûz a dûrbirr a Qedîrê ku ji bo cara yekem e ji paporeke hêza deryayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê ve tê ceribandinê, mûşekeke pêşketî bi şîyana amadekirina lezgîn, firrîna li asta nizim, dijî şerê dîcîtal, şîyana qulibîn û baldarîya hûr ji wan mûşekên pêşketî tê hesêb.

Yek ji taybetmndîyên herî girîng ên mûşeka kurûz a Qedîrê, têkbirina deqîq a armancan û hêza giran a xirabkirinê ye ku ev şîyana li manovra hevpar a Mihemed Resûlulah (S)-5`ê ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê bi awayekî serketî ceribandin û nirxandinê.

Meşqa Şêrr bi pişkdarîya hêza deryayî, hewayî, erdî û Pedafenda hewayî ya Xatemul Enbiya (S) ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê li perravên Mekran û Deryaya Omanê heta xûlgeha 15 pileya Bakur bi qasî du rojan li berfirehiyeka bi qasî sê hezar Kîlomitrên Çarkunc tê lidarxistin.

Cîgirê hevahengkir ê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser vê yekê ku beşek  ji vê meşqa leşkerî li nav avên navneteweyî cih tê û got: ``Peyama vê Meşqa Leşkerî aştî û dostî bo welatên navçeyê û zêdekirina şiyana Komara Îslamî ya Îranê ji bo dabînkirina ewlehiya avê û xetên veguhestina Enêrjiyê li navçeyê ye``.