Çile 23, 2018 16:51 Asia/Tehran
  •  Serleşkir Sefewî: Işkesta DAIŞ`ê bi têkoşîna dewletên Iraq û Sûriyê û hevkariya  Îran û Rûsiyê cih hat

Alîkar û şêwirmendê pilebilind ê hemî hêzan bal kişand ser vê yekê ku Emerîkayê bi xwe koma teorîstî ya DAIŞ`ê pêk anî û Erebistan, Rejîma Siyonîstî, Îmarat, Tirkiye û Urdinê piştgirî danê û destnîşan kir: Işkesta DAIŞ`ê deyndarê têkoşîna dewletên Iraq û Sûriyê û hevkariya Îran û Rûsiyê ye.

 Serdar serleşkir pasdar seyd Yehya Rehîm Sefewî, duşemiyê şevê li gotûbêja taybet a kanala  dudiyana  televîyona Îranê abl kişand ser  plana nû ya  Emerîkayê ji bo avakirina  hêza eskerî ya 30 hezar kesî li bakurê Sûriyê û got: Emerîka li dû girantirkirina  aloziyê li navçê li çarçoveya  berjewendiyên xwe ye.

Hevalbendiya  qaşo navneteweyî li dijî DAIŞ`ê bin fermandetiya  Emerîkayê 14 Çillê raghand ku piştî avakirina hêzeke sînorvaniyê nasiyar bi `` hêzên  ewlehiay sînorî li navçên  bin kontrola  kurdên Sûriyê ye.  Ev hêz  dê ji  30 hezar kesan pêk were. Emerîkayê bi mehna rawestana li ber komên terorîstî bi awayekî nqanûnî di Sûriyê de ye.

Rayedarên  Sûriyê û welatên din û he wiha  rêxistinên  navneteweyî bi caran teqez kirine ku kiryarên Emerîkayê li Sûriyê tê wateya  dagirkeriyê.

 Alîkar û şêwirmendê pilebilind ê fermndê gişt hêzan bal kişand ser vê yekê ku  Emerîka tim qanûnên  navneteweyî binpê dike û destnîşan kir ku Emerîka û siyonîst li dû lawazakirina bereya berxwedanê ne, lê dê işkestê bixwen.

Serleşkir Sefewî li bara  êrişa Erebistanê ser Yemenê jî got: Siûdiayn heya niha  negihêştien tu yek ji aramncên xwe li Yemenê.

 Alîkar û şêwirmendê pilebilind ê fermndê gişt hêzan bal kişand ser vê yekê ku dê  Erebistan  bêşik li Yemenê işkestê bixwe û got: Siûdî ber bi  nemayîndebûna  stratejîk ve diçin. 

 Serleşkir Sefewî bal kişand ser hewldanên  Îranê jibo parastina  aşitî û ewlehiya navçê û got: Hêrsbûna  Emerîkayê ji Îranê ji ber helêwstên  bingehîn  û serketinên  mezin ên  gelê Îranê ye.