Çile 23, 2018 11:22 Asia/Tehran
  • Qasimî: ``Biryarek ji bo seferên derveyî yên Zerîf nehatibû dayîn``

Berdevkê Wezareta karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: ``Ji ber cihhatina nijyara nû ya vê wezaretxaneyê ji pêş va biryarek ji bo seefrên derveyî yên wezîrê karên derve di van rojan da nehatibû dayîn``.

Berdevkê Wezareta karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Behram Qasimî êvara Duşemiyê têkildarî nûçeya mêdyayên rojavayî li bara vê yekê ku wezîrê karlên derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf di xulekên dawî da sefera xwe ya Swîsê ji bo beşdariya li civîna Civata Giştî ya Aborê li Davûsê betal kiriye, got: ``Ji mêj va tu biryarek ji bo seferên derveyî yêîn wezîrê karên derve di van rojan da nehatibû dayîn``.

Berdevkê Wezareta karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: ``Mihemed Cewad Zerîf ji bo cihhatina nijyara nû ya wezareta karên derve û girîngiya çavdêriya li ser vê miajrê biryar da ku van rojan li Têhranê be û ya baştir ew bû ku bi çavdêrî û rêvebiriya wezîrê karên derve bi xwe ev cihhatina nijyara nû bi baştirîn awayî û di dema herî kurt a pêkan pêk were``.

Li gorî rapora IRNA`yê, ajansa nûçeyan a Reuters`ê, berêvariya duh anku Duşemiyê bi nûçeyekê îdia kir ku wezîrê karên derve yê Îranê di deqîqeyên dawîn da sefera xwe ya Swîsê ji bo beşdarioya li civîna Davûsê betal kiriye.

Civata Cîhanî ya Aborê li davûsa Swîsê ji 22 heta 25`ê Çileyê bi beşdariya kesayetiyên siyasî, aborî û zanistî yên welatên cûrbicûr ên cîhanî li navçeya çiyayî ya Davûsa Swîsê tê lidarxistin.