Çile 23, 2018 11:00 Asia/Tehran
  • Hatina salvegera jidayîkbûna hezreta Zeynebê (S)

Îro anku Sêşemî bîst û sêyê Çileya 2018an beranberî pêncê meha Cemadî ul Ewla ya sala 1439an a Koça Heyvî, salvegera jidayîkbûna hezreta Zeyneba Kubrayê (S) ye.

Hezreta Zeyneb (S) wek mînak tevahiya jin û mêrên azadîxwaz û dijî zulmê li tevahiya dem û serdeman e.

Wê li kêleka birayê xwe yê hêja, hezretê îmam Husêyn (S), îmamê sêyem ê şîeyên cîhanê, li dijî tevgera rêderketî têdikoşî ku bi navê berevaniya ji îslamê, bûyera mezin a Kerbelayê pêk anî.

Hezreta Zeynebê (S), jinek ser bi duh, îro û sibê ye, ji ber ku kerameta mirov, evdatiya Xwedê, edaletxwazî û şeref û azadetî ew nirx in ku ser bi serdemeka taybet nînin.

Hezreta Zeyneba Kubrayê (S) her rojê, ji dilovanî û qenciya pêxemberê hêja yê îslamê (S) û zanist û belaxeta bavê xwe yê hêja, hezretê Elî (S), îmamê yekem ê şîeyên cîhanê, behre werdigirit û rûhê wê bi saya dilovaniya dayîka wê ya hêja, hezretê Fatimeyê (S) aram dibû.

Wê piştî piştî şehîdbûna hezretê îmam Husêyn (S), xwe erkdarê parastina canê îmam Secad (S), îmamê çarem ê şîeyan dizanî, ji ber vê yekê di rewşa herî dijwar da li hemberî cinayetkar û sitemgeran rawestiya û mil bi milê wî hezretî, bi gotinên xwe yên vebir dijminên îslamê riswa kirin.

Saziya Radyo û Têlêvîziyona Komara Îslamî ya Îranê hatina salvegera jidayîkbûna hezreta Zeyneba Kubrayê (S), jina qareman a îslamê li hemî misilmanan bi taybet şîe û azadîxwazên din ên cîhanê pîroz dike.