Çile 23, 2018 10:25 Asia/Tehran
  • Rûhanî: ``Dewlet ji boçareserkirina pirsgirêkan û pêşxistina welêt bibiryar e``

Serokomarê Îranê destnîşan kir: ``Dewlet ji bo çareserkirina pirsgirêkan û pêşxistina Îranê li beşên cûrbicûr bibiryar e``.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî êvara Duşemiyê li gotûbêja xwe ya zindî ya duyem a têlêvîziyonî digel xelkê piştî destpêbûna dewleta dazdehem bi raberkirina reporekê ji kiryara dewletê got: ``Serokomar li ser sozên xwe yên derheq pêkanîna xwestek û mijarên ku xelk dixwaze dimîne``.

Serokomêr  tevî pêgiriya li ser demkîbûna hevraz û berjêrên dirêv di çend rojên bihurî da, got: ``Soza dewletê bo gel ev e ku diravê hewce yên biyanî ji bo welêt dabîn bike û cihê kêfxweşiyê ye ku derhata welêt ji ber diravê biyanî gellek zêdetir ji xerckirina wê ye; Bi awayekî ku pêşbînî tê kirin heta dawiya îsal (sala 1396an a Koça tavî) derhata diravê biyanî yê Îranê dê bigihêje zêde ji 90 mioliyar dolarî``.

Serokomêr got: ``Derhata Îranê ya diravê biyanî anku Erzê gellek zêdetir ji gişt xercên Îranê ye û sala tê dê derhata erzî ya Îranê ji îsal jî zêdetir be``.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku hin kêşe ji serdema boykotan va li welêt mane, got: ``Hin kêşe û nakokî ji nav çûne û hin ji wan jî hela mane ku yek ji wan mijara têkilliyên me digel bankên navçe û cîhanê ye ku ev têkuillî hîn negihîştine qonaxeka îdeal``.

Di destpêka vê gotûbêjê da serokomêr tevî pîrozkirina salvegera jidayîkbûna hezreta Zeyneba Kubrayê (S), bûyera niqûmbûna gemiya îranî ya Sançiyê li perravên rojhilata Çînê wek bûyereka tehl û diltezîn di vê heyamê da da zanîn û got: ``Dewletê komîteyek ji bo şopandin û hilkolandina sedemên vê bûyerê tayîn kiriye``.

Roja 6`ê Çileya sala 2018an gemiyeka barî ya çînî-hongkongî li perravên rojhilata Çînê li keştiyeka niftbir a îranî ket ku ev bûyer bû sedema teqîn û agirpêketina bi keştiya îranî. Ji ber vê bûyerê 32 lêniştiyên niftkêşa îranî (30 îranî û du bengiladêşî) canê xwe ji dest dan.