Çile 22, 2018 19:38 Asia/Tehran
  • Pîrozkirina salroja jidêbûna hezreta Zeynebê (S)

Sibê sêşem 23`ê Çilê, 5`ê Cemadî ul Ewela sala 1439`ê koçî-heyvî, salroja jidêbûna hezreta Zeynebê (S) ye.

Hezreta Zeyneb (S) wek mînak ji bo hemî jin û mêrên azadîxwaz û dijberê zilmê di hemî serdeman de ye.

Ewê li rex birayê xwe hezretê Îmam Hisên (S) sêyemîn pêşengê dînî yê şîeyên cîhanê li hemberî bereya paşvero û xalifî têkoşîn meşand, bereya ku bi navê berevanîya ji dînê islamê, karesata Kerbelayê pêk anî.

Hezreta Zeyneb (S) jinek ji bo serdema buhurî, roja îro û siberojê ye, ji ber ku rûmeta mirovî, bendetîya bo Xwedê, dadxwazî, rûmet û nirxa insanî û azadîxwazî, nirxên wisan in ku ne yên dewreke taybet an civakeke taybet in.

Hezreta Zeynebê (S) ji dilovanî û zanînên resûlê ekrem (S) rih werdigirt û geş dibû û ji zanista hezretê Îmam Elî (S) yekem îmamê şîeyên cîhanê sûd werdigirt û rihê wê ber destê dayîka dilovan hezreta Fatimê (S) perwerde bû û giheşte perravên aramîyê.

Hezreta Zeynebê (S) piştî şehîdbûna hezretê Îmam Hisên (S) xwe erkdarê parastina canê Îmam Secad (S) çaremîn îmamê şîeyên cîhanê dizanî, lewma di rewşa herî dijwar de li hemberî cinayetkaran û zorbêjan sekinî û mil bi milê wî hezretî, bi gotinên wek topê dijminên islamê riswa û rezîl kirin.

Radyo û Televîzyona Kurdî ya Komara Islamî ya Îranê helkefta salroja jidêbûna hezreta Zeynebê (S), xatûna qareman a islamê li hemî misilmanan nemaze li şîeyan û azadîxwazên din ên cîhanê pîroz dike.