Çile 22, 2018 17:55 Asia/Tehran
  •  Serdar Cezayirî: Beşek ji civaka  Emerîkayê alîgirê Komara Îslamî ya Îranê ye

Berdevkê pilebilind ê hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê roja duşemiyê bal kişand ser vê yekê ku beşek ji civaka Emerîkayê alîgirên Komara Îslamî ya Îranê ne û destnîşan kir: Ev pişka civaka Emerîkayê tim ji dewleta vî welatî dixweze ku dawiyê bide destdirêjiyên xwe.

 Li gorî rapora  Fars Newsê, serdar  sertîp pasdar seyd Mesûd Cezayirî wek berteka li hember xwenîşandana  vê dwiyê ya gelê Emerîkayê i dijî rayedarên  vî welatî got: Civaka  cîhanî divê piştgiriyê bide gelê Emerîkayê li hember dewleta şerût a vî welatî.

 Alîkarê çandî û propagendeya  berevaniyê ya erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên  Komara Îslamî ya Îranê got: Civaka cîhanî nabe bihêle ku  dewleta Emerîkayê ji viya zêdetir xelkê vî welatî û welatên  cîhanê aciz bike.

 Serdar Cezayirî destnîşan kir:Dewam û  giranbûna  nearamiyên li Emerîkayê dê ji rayedarên vî welatî hişyar bike ku ji viya zêdetir li karûbarên  navxweyî yên  welatên din mudaxilê nekin. 

Xelkê bajarên  curbicure Emerîkayê roja şemiyê li yekim  salvegera  bi desthilatbûna  Trump li dijî siyasetên  wî xwenîşandaneke  berfireh li dar xistin.