Çile 22, 2018 11:56 Asia/Tehran
  • Zerîf: Serdema bêparkirina aliyên din ji Ewlehiyê bi dawî hatiye

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê li nivîsekê li rojnameya Financial Times`ê nivîsî: ``Serdema bêparkirina aliyên din ji Ewlehiyê êdî derbas bûye û niha dor dora pêkanîna torên ewlehiyê ye``.

Li gorî rapora berbanga Duşemiyê ya IRNA`yê, Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf li nivîseka xwe li rojnameya Financial Times`ê her wiha nivîsiye: ``Fikr û îdeya pêkanîna ewlehiyê bona komeka taybet, nemaze li deverek weke derdora Kendava Farsê fikreka mirî ye ji ber ku sûd û qazanca tevahiya welatên derdora Kendava Farsê hevpar e``.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: ``Têkçûna koma têrorîst a DAIŞ`ê tenê hêviya vegeriyana aramî û tenahiyê bi pişkin mezin ji navçeyê nebû, Vê têkçûnê agirê kêşe û gengeşeyên nû jî gurr kir. Di nava van kêşe û nîqaşan da, hinekan bala xwe dane gurrkirina coş û kelecanên esebî da ku bi saya wê şêwaza xwe ya çendîn salî ji bo girtina pêşiya aşkirabûna rastiyên siyaseta derveyî ya Îranê bişopînin.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: ``Koma têrorîst a DAIŞ`ê beşên herî reş û tarî yên hundirê mirovan nîşan da, tevî vê yekê, vê komê derfetek ji bo kombûn û têkoşîna li dijî gefekê pêk anî. Pêwendiya ku ji riya hevkariya li warê şerê dijî DAIŞ`ê pêk hatiye, dikare destpêk û  mizgîniya serdemeka nû be``.

Mihemed Cewad Zerîf her wiha pêşbirkan çekdarî ya heyî li herêma Rojhilata Navînê mînakek ji rikeberiyên bixeter da zanîn û got: ``Herimandina çavkaniyên heyatî û bingehîn bona tijîkirina bêrîka çêkerên çekan, tu alîkariyek bona pêkhatina aramî û aştiyê nekiriye``.