Çile 22, 2018 11:53 Asia/Tehran
  • Larîcanî: ``Hebûna Herêma Kurdistanê li çarçova qanûna bingehîn a Iraqê ye``

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê got: ``Stratijî û siyaseta Komara Îslamî ya Îranê hebûna Herêma Kurdistana çalak û bicoş li çarçova qanûna bingehîn a Iraqê ye``.

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê, Elî Larîcanî berêvariya roja Yekşemiyê li hevdîtina bi serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Barzanî, li Têhranê got: ``Îranê pêwendiyeka stratijîk bi Herêma KUrdistana Iraqê ra heye û dixwaze ku vê pêwendiya binirx biparêze û nabe ku ev pêwendî bi şaşitiyên stratijîk tûşî kêşeyê were``.

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê bi bîr xist: ``Bûyerên ku demek beriya niha li Herêma KUrdistana Iraqê qewimîn, li ser xêra birayên kurd nebû û divê bi hişyarî û di bin siya piştgiirya dewleta navendî ya Iraqê pirtsgirêk bên çareserkirin``.

Larîcanî her wiha got: ``Yekîtiya navbera birayên şîe û sune, dibe sedema yekîtî û yekparçetiya axa Iraqê û divê îzn neyê dayîn ku dijmin wê yekê ser xêra xwe bi kar bînin``.

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Barzanî jî li vê hevdîtinê got: ``Çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê divê li çarçova qanûna bingehîn a Iraqê be ji ber ku Herêma Kurdistana daxwaza yekparçetiya axa Iraqê dike``.

Nêçîrvan Barzanî her wiha pesna piştevaniya Komara Îslamî ya Îranê ji Herêma Kurdistana Iraqê kir û got: ``Vekirina dubare ya sînorên digel Îranê gelê Herêma Kurdistanê şa kir û peyama sefera min bo Îranê ev e  ku em dê pêwendî û biratiya xwe bi birayên îranî ra tu wextî aloz snekin``.

Nêçîrvan Barzanî ji bo pêkanîna sefereka yekrojî êvara Şemiyê gihîşte Têhranê û roja Yekşemiyê ji billî Elî Larîcanî, bi Elî Şemxanî, sikritirê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Îranê û Hesen Rûhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê ra jî hevdîtin û gotûbêj kir.