Meşqa Şêrr a Mihemed Resûlelah (S) a artêşa Îranê dest pê bû
Meşqa Şêrr anku tetbîqata bi navê Mihemed Resûlelah (S) a artêşa Komara Îslamî ya Îranê ji sibeha îro anku Duşemiyê va bi ragihandina nihêniya ``Ey Resûlelah`` ji aliyê emîr deryadar Hebîbullah Seyarî cîgirê hevahengkirê artêşa Komara Îslamî ya Îranê ji ser gemiya mûşekavêj a Felaxunê (Berkanî) li perravên başûrê Îranê dest pê bû.
Li gorî rapora IRIB News`ê, emîr deryadar Hebîbullah Seyarî cîgirê hevahengkirê artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: ``Ev şerezmûn anku Meşqa Şêrr bi amadebûna hêza deryayî, hewayî, erdî û Pedafenda hewayî ya Xatemul Enbiya (S) ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê li perravên Mekran û Deryaya Omanê heta xûlgeha 15 pileya Bakur bi qasî du rojan li berfirehiyeka bi qasî sê hezar Kîlomitrên Çarkunc tê lidarxistin.
Cîgirê hevahengkir ê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser vê yekê ku beşek ji vê meşqa leşkerî li nav avên navneteweyî cih tê û got: ``Peyama vê Meşqa Leşkerî aştî û dostî bo welatên navçeyê û zêdekirina şiyana Komara Îslamî ya Îranê ji bo dabînkirina ewlehiya avê û xetên veguhestina Enêrjiyê li navçeyê ye``.