Çile 21, 2018 18:36 Asia/Tehran
  • Gotûbêja têlêfonî ya serokerkanên hêzên çekdar ên Îranê û Tirkîyê

Serokerkanê hêzên çekdar ê Îranê li peywendîya bi rêya telefonê digel general Xulûsî Akar serokerkanê artêşa Tirkîyê, alûgurên herî dawîyê yên opêrasyona artêşa Tirkîyê li bajarê Efrîna Sûrîyê hilkolandin.

General Xlûsî Akar serokerkanê artêşa Tirkîyê vê sibê bi rêya telefonê bi serleşker Mihemed Baqirî serokerkanê hêzên çekdar ê Îranê re kete peywendîyê û raporek têkildarî opêrasyona artêşa Tirkîyê li bakûra Sûrîyê û devera Efrînê raber kir.

Serokerkanê artêşa Tirkîyê ragihand ku hegera destpêkirina vê opêrasyonê, kombûna komên têrorîst li vê deverê û sekinîna li hemberî gefên wan komana li hemberî gund ûbajêrên sînorî yên Tirkîyê ye.

General Xulûsî Akar herwisan dilnîyayî da: Tirkîye rêzê li yekperçetîya axa Sûrîyê digire û yê pêbendê rêketinamên li civînên sêalî yên digel Îran û Ûrsêtê be.

Serleşker Mihemed Baqirî serokerkanê hêzên çekdar ê Îranê jî li vê peywendîya telefonî pêgirî kir: Nabe derbe li yekperçetîya axê, serxwebûn û serwerîya Sûrîyê bikeve û Tirkîye divê bi zelalî ragihîne ku çav bernedaye axa Sûrîyê.

Serleşker Baqirî herwisan got: Nabe kiryarên bi vî rengî bibin sedema sûdwergirtina narewa ya dijminnê gelê Sûrîyê û dijminên cîhana islamê û nemaze Amerîka û hevgirtîyên wê nabe ku opêrasyona Efrînê ji bo armancên xwe yên zêdexwazîyê li Sûrîyê bi awayekî narewa bi kar bînin.

Serokerkanê hêzên çekdar ê Îranê bi gotina vîya ku kiryarên leşekrî nabe ku zîyanê bigihînin muzakirên sîyasî yên sêalî û muzakirên Astanê pêgirî kir: Girtina pêşîya zîyana ihtimalî ya ku li gelê Sûrîyê li gund û bajarên vî welatî li navçê bikeve, pêwîst e.