Çile 21, 2018 17:53 Asia/Tehran
  • Qasimî: Îran hivîdar e opêrasyona li Efrînê demlidest kuta bibe

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê bi pêgirîya ser rêzgirtina li serwerîya netewî ya Sûrîyê got: Îran hivîdar e ku opêrasyona Efrînê demlidest were kutakirinê û pêşîya kûrbûn û berfirebûna qeyranê li navçên sînorî yên Tirkîye û Sûrîyê bê girtin.

Behram Qasimî îro bi pêgirîya li ser pêwîstîya parastina yekperçetîya axa Sûrîyê û rêzgiritna li serwerîya netewî ya vî welatî û girtina pêşîya dijwarbûna qeyrana insanî û parastina canê gelê bê guneh ê Sûrîyê, bal kişand ser alûgurên vê dawîyê li Efrîna Sûrîyê û got: Komara Islamî ya Îranê alûgurên niha yên Efrînê ji nêzîk ve û bi dilgiranîyê dişopîne.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê pêgirî kir: Dewama qeyranê li Efrînê diqewime bibe sedema bihêzbûna dubare ya komên têrorîst û tekfîrî li bakûra Sûrîyê û agirê şêrr û wêrankirinê li vî welatî careka din gurr bike.

Qasimî herwiha got: Îran çavlirê ye ku hemî welat nemaze dewleta Tirkîyê wek yek ji welatên garantorê agirbesa li Sûrîyê sozdarê demajoya çareserkirina sîyasî ya qeyrana Sûrîyê bi taybet demajoya Astanê bin û rola xwe ya kêrhatî û avakir û berirsîya giran a xwe ji bo çareserkirina sîyasî ya qeyrana Sûrîyê bidomînin.

Qasimî ``serederîya neberpirsane û kiryarên handan û pîjkirinê û destwerdanên neqanûnî yên zilhêzên derveyî navçê ji wan Amerîkayê û hin rêjîmên şerxwaz ên herêmê ên wek Rêjîma Sîyonîst`` wek koka qeyran û kavilkerîya li Sûrîyê zanî û got: Heta dema ku hêzên amerîkî û hevgirtiyên wan ji wan komên têrorîst û tekfîrî dewamê bidin mayîna xwe ya narewa li axa Sûrîyê, qeyrana insanî li Sûrîyê jî dê bidome.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê herwisan ji hemî welatên civaka navnetewî nemaze welatên cînarê Sûrîyê xwest ku xwe ji her kiryara ku dibe sedema bihêzbûna hebûna narewa ya hêzên destwerdankir ên derveyî navçê û handana komên têrorîst dûr bigirin.